Ji avahiya ku 9 welatî bi şewitandinê hatin qetilkirin de agahiya qetilkirinek din

Di avahiya ku îro li Cizirê di encama topbarana hêzên dewleta Tirk de 9 welatiyan bi şewitînê ve jiyana xwe ji dest dabûn, zarokêkî 16 salî yê ku ji avahiyê xwest derkeve jî ji aliyê hêzên Tirk ve hate înfazkirin.

Di avahiya ku di encama topbarana dewleta Tirk de derketibû  9 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû. Hat diyarkirin ku 27 welatiyên ku ji ber şewatê bi giranî birîndar bûne jî hê di avahiyê de ne.

Hêzên dewletê destûr nade ku ambûlans biçin cihê bûyerê, 27 birîndar û 10 kesên jiyana xwe ji dest dane hê jî di hundirê avahiyê de ne.

Zarokê bi navê Abdulah Gun (16) ê ku dema ji avahiya agir pêketî xwest derkeve ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hat înfazkirin.