Ji ARTE dokûmantera li ser Kurdistanê

Li qenala hevpar a Elman-Fransayê ARTE, şevê din bi serenavê "Kurdistana Serbixwe, xeyal e yan rastî ye?" hat weşandin. Di dokûmanterê de rewşa dawî ya li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin nirxandin.

Li qenala hevpar a Elman-Fransayê ARTE, şevê din bi serenavê "Kurdistana Serbixwe, xeyal e yan rastî ye?" hat weşandin. Di dokûmanterê de rewşa dawî ya li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin nirxandin. Di vê dokûmantera berfireh de têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê, îtibara wan a li nava civaka navneteweyî zêde bû û hewldanên ji bo naskirina weke neteweyekê, hatin nirxandin.

Di dokûmanterê de bal tê kişandin ser komkujiyên hikûmeta AKP'ê ji havîna bihurî û pê ve li Kurdistanê dike û sekna gel a li dijî Erdogan û polîtîkayên qetlîamker ên dewletê hat bibîrxistin. Di dokûmanterê de hat ragihandin, ku AKP ji bo PKK a tevî dîlgirtina Ocalan xurtir bûye asteng bike, dest bi muzakereyan kiriye û ev pêvajo di sala 2015'an de ji aliyê Erdogan ve bi awayekî yekalî hatiye qedandin.

Di dokûmanterê de dîmenên Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr û HDP'yiyên pê re, her wiha dîmenên talankirina xwezayê û qetilkirina mirovan li Farqîn û derdora wê hatin parvekirin.

Belgesel balê kişand ser şerê artêşa Tirk ê bi teknîka dawî û dîmenên têkoşîna gerîlayên HPG'ê ya li hemberî artêşê weşand.

Di dokûmanterê de cih ji hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re hatiye veqetandin. Bayik di vê hevpeyvîna xwe de destnîşan dike, ku li gorî wan pirsgirêka Kurd ne bi rêbazên leşkerî, di çarçoveya pîvanên demokratîk de dikare were çareserkirin.

'LI QADA NAVNETEWEYÎ HURMETA JI KURDAN RE ZÊDE DIBE'

Di dokûmanterê de bal tê kişandin ser têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ya li Kobanê, Şengal û tevahiya Rojava û Başûrê Kurdistanê. Zêdebûna hurmeta li qada navneteweyî ji Kurdan re tê nîşandan, destnîşan kir. Di dokûmanterê de sîstema demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin.

'BICIHANÎNA XEYALÊN XWE BI WAN VE GIRÊDAYÎ YE'

Di dokûmantera ARTE de nêrîn û tespîtên Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, zanyarê siyasetê yê Elman Stefan Seûfert, Serokê Lêkolînên Anatoliyê ya Fransayê Jean-Françoîs Peroûse û rojnamevan Celal Başlangiç jî tê parvekirin.

Di dokûmanterê de bal tê kişandin ser guherîna hevsengiyên li Rojhilata Navîn, qelsbûna sînorên di dema Yekemîn Şere Cîhanê de hatin xêzkirin û hat destnîşankirin ku bicihanîna xeyalên xwe bi Kurdan ve girêdayî ye.

Dokûmanter ji 31'ê Adarê û pê ve wê karibe di ser Înternetê re bi zimanên Elmanî û Fransî were temaşekirin. Dokûmanter dikare ji van lînkan bê temaşekirin:

http://www.arte.tv/guide/fr/059543-000-A/kurdistan-independant-reve-ou-realite#details-crew

http://www.arte.tv/guide/de/059543-000-A/kurdistan-traum-oder-wirklichkeit