Ji Amedê ji Qesrê re: Em ê li ber xwe bidin, dest nede îradeya min!
Rêxistinên DBP’ê û Amedê hewldana tesfiyeya Qesrê protesto kirin. Di çalakiyê de banga “Dest nede îradeya min” hate kirin, peyam hate dayîn ku wê heta dawiyê berxwedan bidome.
Rêxistinên DBP’ê û Amedê hewldana tesfiyeya Qesrê protesto kirin. Di çalakiyê de banga “Dest nede îradeya min” hate kirin, peyam hate dayîn ku wê heta dawiyê berxwedan bidome.
Li dijî hewldanên tesfiyeyê yên ji ser “rakirina destlênedayinan” ku li ser HDP’ê tê meşandin, çalakiyên “Dest nede îradeya min” a HDK û KCD’ê didomin.
Li Amedê li dijî hewldanên rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve bertek hate nîşandan. Di çarçoveya çalakiya "Dest nede îradeya min" de bi banga HDP û DBP'ê bi beşdariya sedan welatiyan daxuyanî hate dayîn û peyama "Li dijî derbeya Qesrê em ê xwedî li îradeya xwe derkevin" hate dayîn.
Li dijî hewldanên rakirina destnadîyên parlamenterên HDP'ê li Amedê daxuyanî hate dayîn. Di çarçoveya çalakiyên "Dest nede îradeya min" a ku ji aliyê HDK û KCD'ê ve hate destpêkirin de bi banga rêxistinên HDP û DBP'ê yen Amedê ve li Parka Koşuyolu daxuyanî hate dayîn. Di çalakiya ku bi sedan kes beşdar bûn de dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" "Pêkûtî me bêzar nakin" hatin berzkirin. Wekîla Hevserokên DBP'ê yê Amedê Leyla Ayaz di daxuyaniyê de axivî û anî ziman ku yên ku di 7'ê Hezîranê de îradeya gelan nas nekirin û pêvajoya rakirina destnedayînên parlamenteran bi lez kirin û nîşan dan ku dê îradeya 1'ê Mijdarê nas nekir.
Ayaz diyar kir ku ew ê li dijî darbeya Qesrê têkoşîna demokrasiyê xurtir bikin û xwedî li îradeya xwe derkevin, li dijî teslîm girtina civakê nebin temaşevan. Ayaz ev tişt anî ziman: "Em ê desturê nedin desnedayînên parlamenterên me bên rakirin. Bi pêkanînên nedemokratîk ve em qebûl nakin ku rêxistinên Kurdan, civaka sivîl a Kurd bêne çewisandin. Em ê heta dawî bibêjin ku li dijî derbeya Qesrê bijî têkoşîna me ya demokrasiyê."
Ayaz got ku bi rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê ve hêviyên ji bo lêgerîna maf a bi riyên demokratîk wê ji holê bên rakirin.
Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp jî di daxuyaniyê de axivî û got ku gelê Kurd li dijî qatlîaman li ber xwe daye, îradeya xwe nîşan daye ew ê ji bo xwedîlêderketina îradeya 6 milyon kesan heta dawî li ber xwe bidin.
Daxuyanî bi çepik û dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" bi dawî bû.