Ji 27 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin 5 jê jin in

Ji 27 cenazeyên ku di qetlîama Cizîrê de hatin înfazkirin û ji bo karên otopsiyê şandin Şirnex, Mêrdîn û Rihayê, 5 jê jin in.

Ji 27 cenazeyên ku 3 roj berê di avahiya li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi awayekî komî hatin înfazkirin û ji bo karên otopsiyê şandin nexweşxaneyên li Şirnex, Mêrdîn û Rihayê, 5 jê jin in û 22 jî mêr in. Hat ragihandin ku 2 jê jin 7 cenazeyên şandine Mêrdînê bi temamî şewitîne û teşhîşkirina wan ne mimkûn e. Hat diyarkirin ku 3 jê jin 8 cenazeyên ku şandine Rihayê , 6 jê ji bo teşhîsê gengaz e. Hat ragihandin ku cenazeyen jinek û mêrekî bi temamî şewitiye û ji bo teşhîş bê kirin jî pêwîstî bi girtina mînakên xwînê hene.

Hat diyarkirin ku 12 cenazeyên anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê mêr in û 7 cenaze ji ber bi temamî şewitîne, ne mimkûn e bê naskirin. 6 cenazeyên otopsiyên wan bidawî bûn jî dîsa şandin Cizîrê.