Li Şirnexê di şerên dijwar de wesayîtek zirxî hate îmhakirin. Li gel sewqiyata leşkerî ya li bajar; TIR’ek tijî tabût jî ji 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan re hatin şandin.
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li Şirnexê 57 roj li pey xwe hiştin, bomberdûman û şerên dijwar diqewimin. Tankên ku li Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogûtê hatine bicihkirin, Taxa Bahçelîevlerê bi awayekî dijwar bomberdûman dike. Her wiha wesayîtên zirxî yên ku li Rêya Gaffar Okan û avahiya Emniyetê hatine bicihkirin jî taxan ketober didin ber guleyan. Di çarçoveya berxwedana hêzên YPS û YPS-JIN’ê de çeteyên Qesrê nikarin bikevin taxan û her wiha wesayîteke zirxî ya Kîrpî jî hate îmhakirin. Gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin; têkildarî kuştî û birîndaran hê ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Li aliyê din topbarana tank û obusan a li ser Taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê berdewam dike. Li taxa ku bi dijwarî tê bomberdûmakirin cih bi cih şer jî diqewimin û dûman jê bilind dibin. Li Taxa Gazîpaşa jî li rexê rê cih bi cih şer pêk tên.
Li aliyê din TIR’ek tijî tabût sewqî bajar hate kirin. TIR’a tijî tabût hat dîtin ku ber bi 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan ve çû.
Her wiha, sewqiyata leşkerî berdewam dike. Di saetên şevê de hat dîtin ku konvoyeke leşkerî ku ji 20 wesayîtan pêk dihatin ji Cizîrê ve ber bi tumenê bi rê ketin.