Işik: Li Sûrê berxwedaneke şoreşgerî heye

Işik li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê got, "Ya ku tê tinekirin ne bi tenê dîroka Mezopotamya û Kurdistanê ye. Dîroka cîhanê ku yekemcar jiyan lê şîn bû, çandiniya destpêkê lê hat kirin û wargehên mirovan lê hatin avakirin, tê tinekirin."

Li navçeya Amed Sûrê, berxwedana gel a li dijî qedexeya derketina derve û êrîşên ev 19 roj in dewam dikin, didome. Bajarê otantîk ê di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê UNESCO de cih digire, rastî rastî êrîşa bi tankan tê. Li ser berxwedana li Sûrê, qetilkirina dîrokê û daxwaza statuyê ya Kurdan, rojnamevan-nivîskar Fehîm Işik ji ANF'ê re axivî.

Işik bibîr xist, ku gelek derdoran Kobanê şibandin berxwedana Stalîngradê û got, "Stalîngrad, di mijara pêşîgirtina li belavbûna faşîzmê û ji nû ve nivîsandina dîroka cîhanê de berxwedaneke bi bandor bû. Lê belê Kobanê berxwedaneke Stalîngradê nebû. Her yek ji wan, du berxwedanên cuda bûn, ku li gorî dînamîkên xwe rû dan û li gelemperiya cîhanê deng vedan. Girîng e heman nêzîkatî ji bo Sûrê jî were nîşandan. Sûr, li gorî taybetmendî û xweseriya xwe, li hemberî polîtîkaya tinekirinê û neçareseriyê ya dewletê, berxwedaneke şoreşgerî ye. Ji vê jî wêdetir, berxwedaneke welê ye, ku çend ciwan bi mehan e li hemberî bi hezaran leşker û polîsên dewletê disekinin."

'MÎNA STALÎNGRAD Û KOBANÊ WÊ SÛR JÎ CIHÊ XWE DI DÎROKÊ DE BIGIRE'

Işik da xuyakirin ku li Stalîngradê dewletan li hemberî hev şer dikirin, lê li Kobanê çeteyên DAIŞ'ê yên destekê ji gelek dewletan werdigirin êrîşî gelê herêmê kirin. 

Işik got, "Li Sûrê jî dewlet bi xwe êrîşî welatiyên xwe dike. Aliyên xwe yên cuda hene. Li Stalîngrad û Kobanê, dagirkerên êrîş dikirin dixwestin hemû qadan bi dest bixin. Li Sûrê, li hemberî feraseteke siyasî ya ku xwerêveberiya demokratîk weke statuyê qebûl kiriye, şerekî bê eman tê meşandin."

Işik ragihand ku berxwedana Sûrê jî mîna Stalîngrad û Kobanê, ji aliyê hejmareke kêm a berxwedêran ve bi awayekî efsanewî li hemberî hêzên serdest ve tê meşandin û got, "Mîna Stalîngrad û Kobanê, wê navê Sûrê jî di nava rûpelên dîrokê de cih bigire. Bêguman tevî Sûrê wê Cizîr û Kerboran jî navên xwe bi rûmetdarî li rûpelên dîrokê binivîsînin."

'SIYASETA KURD, SÛR LI XEMLA XWE YA DÎROKÎ VEGERAND'
 
Işik bal kişand ser xemla dîrokî ya Sûrê û ev nirxandin kir: "Gelên qedîm ên li Sûrê jiyan û hatin qetilkirin, di destpêkê de Ermenî û Suryanî ne. Di çaryeka dawî ya Osmanî de, bi tehcîr û qetilkirina gelên ne Misilman ji aliyê siyaseta Tirk ve, hem herêm hat Misilmankirin hem jî tevahiya dîroka gelên din hat desteserkirin. Nîşaneya vê rewşê li Sûrê bi zelalî tê dîtin. Li Sûrê, gelek berhemên dîrokî yên beriya Îslamiyetê, ji cewhera xwe hatin dûrxistin û bi rengê Îslamiyetê hatin guhertin. Yên mayî jî veguherîn xirbeyekî. Piştî ku siyaseta Kurd rêveberiyên herêmî bi dest xist, ev rewş hêdî hêdî guherî. Berhemên dîrokî yên hatibûn xerarkirin, li gorî cewhera xwe hatin restorekirin. Ji dêrên Suryanî û Ermeniyan dengê cangoşkê hat bihîstin. Tevî vê yekê mizgeftên xerabûyî ji nû ve hatin sererastkirin û melan ji van mizgeftan bang kirin. Ji malên cem dengê semahê hat bihîstin."

'QEDEXE YE BIZMAREKE LÊ BÊ XISTIN, LÊ NIHA BI TANKAN TÊ BOMBEKIRIN'

Işik bibîr xist, ku Sûr bi xemla xwe ya dîrokî re ji bo Lîsteya Mîrateyên Cîhanê UNESCO hatiye qebûlkirin û destnîşan kir ku ji sedî 90 ê vê herêmê, qada sîtê ye.

Işik da xuyakirin, ku ji ber herêmeke sîtê ye, mirov nikare bizmarekî jî li vê herêmê bixe û got, "Lê ya niha diqewime çi ye? Cihê ku qedexe ye bizmarek lê bê xistin, bi tank, bombeavêj û guleyan tê xerakirin û tinekirin. Lewma divê ev rewş ji hewldanên ji bo tinekirina dîroka Kurdistan û Mezopotamyayê cuda neyê nirxandin. Armanc ev bi xwe ye. Yên ku hewl didin tevgera Kurd bitepisînin, ji aliyekî ve jî dixwazin heta ji destê wan bê dîroka qedîm a Mezopotamya û Kurdistanê tine bikin. Bêguman ti tişt ji jiyana mirovan girîngtir nîne. Lê belê divê em hemû balê bikişînin ser vê dîroka hewl tê dayîn bê tinekirin. Ji ber vê yekê jî be, divê em bang li cîhanê bikin ku bi berpirsyarî rabe. Ya ku tê tinekirin ne bi tenê dîroka Mezopotamya û Kurdistanê ye. Dîroka cîhanê ku yekemcar jiyan lê şîn bû, çandiniya destpêkê lê hat kirin û wargehên mirovan lê hatin avakirin, tê tinekirin."

...