Li navçeya Şirnex Silopiyayê ku berxwedana xwerêveberiyê ya gel di roja 21. de ye, ev sê hefte ne bênavber bi tank û topan êrîş tên kirin. Hêzên dewletê yên nikarin berxwedana xwerêveberiyê ya gel bişikîne, bi tank û maşînên zirxî bombeyan li taxan dibarînin. Bi taybetî li taxên Barbaros û Başakê êrîş giran e. Tevî van êrîşan, hêzên dewletê li hin taxan bi gefa çekê ketin hundirê hin malan û şêniyên herêmê neçarî koçberiyê dihêlin. Parlamentear HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez da xuyakirin ku gelê Silopiyayê bi komkujiyekê re rû bi rû ye û destnîşan kir, ku gel tevî hemû komkujî û gefên dewletê jî malên xwe naterikîne.
Îrmez bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk û mirovên xwedî wijdan kir, ku ji bo berxwedan Botanê rabin ser piyan. Îrmez anî ziman ku berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Silopiyayê, tevî êrîşên bi tank û topan jî ev 21 roj in dewam dike û got, "Ev gel, ev 3 hefte ne li hemberî bomberdûmanê, bê elektrîk, nan û av, di nava sermayê de li ber xwe dide. Li vê derê sûcekî li dijî mirovahiyê tê kirin. Sûcê şer heye. Pêwîste her kes biherike qadan, li dijî şer derkeve û li cem gelê Botanê cih bigire."
'VÊ QÎRÎNÊ BIBIHÎZIN, DIBE KU SIBE DERENG BE'
Îrmez da xuyakirin ku êrîşa ewçend bi xwînxwarî ya dewletekê li hemberî gelê xwe, bi ti awayî nayê qebûlkirin û got, "Ez ji mejiyê dewletê re dibêjim; bi aqilane tevbigere. Xwerêveberî û xweparastin mafê herî bingehîn e. Ev gel êdî we nas nake. Di ti hiqûq, ti qanûn û ti baweriyan de êrîşeke bi vî rengî barbarî nehatiye dîtin. Ez ji her kesên ku dengê me digihêjê re dibêjim; vê qîrînê bibihîzin, dibe ku sibe dereng be. Eger Botan bi ser bikeve, wê tevahiya mirovahiyê bi ser bikeve."