Îranê 15 sal cezayê girtîgehê li jinek Kurd birî

Îranê 15 sal cezayê girtîgehê li jinek Kurd birî

Girtiya ku tê îdîakirin endama Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye, li Sineyê bi 15 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, jina Kurd ya bi navê Safiye Sadeghî ya 23 salî bi îdîaya ku endama PJAK’ê ye Dadgeha rejima Îranê 15 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Li gorî agahiyên ku malbata Sadeghiya ku di Mijdara 2010’an de hate girtin, dane, 4,5 mehan di lêpirsînê de ma. Di vê pêvajoyê de Sadeghiya ku tenê di hucreyê de dihiştin, destûr nedidan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin were pêkanîn. Sadeghî piştî ku hate girtin rastî îşkenceyê hat, her wiha destûr nedan parêzerê wê, wê biparêze jî.

Hat ragihandin ku, Sadeghî li Girtîgeha Jinan ya Sanandajê tê girtin.