Însyatîfa Gel a Mêrdînê: Em her kêliyê li mêtîngeran bikin jehr

Însiyatîfa Gel a Mêrdînê, li hemberî "qedexeya derketina derve" û komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dike, banga yekîtiyê li gelê Mêrdînê kir. Însiyatîfê got; "Em her kêliyê li mêtîngeran bikin jehr."

Însiyatîfa Gel a Mêrdînê, têkildarî komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dike û "qedexeyên derketina derve" yên li Kurdistanê de, ku hînê didomin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de Însyatîfa Gel a Mêrdînê de, li hemberî mêtîngeriya hûkûmeta AKP’ê ya qetlîamker banga yekîtiyê hat kirin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Dewleta AKP'ê ya mêtînger bi hemû derfetên xwe êrîşî qadên xwerêveberiyê yên gelê me dike. Bi rojane li Nisêbîn û Kerboranê li hemberî vê hovîtiyê berxwedanek serketî tê nîşandan. Berxwedan ku bi Botan û Amedê gihîştiye hev, wê mêtîngeriyê bişkîne û Kurdistana azad biafirîne. Di vê pêvajoyê de em bang li gelê hemû navçeyên Mêrdînê dikin rabin serhildanê û her gav û kêliyê li mêtîngeran bikin jehr. Serketin wê bi Rêberiyek azad û Kurdistanek azad pêk were."