Însiyatîfa Gelê Amedê: Em bi ruhê serhildanê dakevin kolanan

Însiyatîfa Gelê Amedê li dijî êrîşên qirker ên AKP’ê banga tevlîbûna çalakiyan kir.

Însiyatîfa Gelê Amedê li dijî êrîşên qirker ên AKP’ê banga tevlîbûna çalakiyan kir. Însiyatîfê diyar kir ku eger li dijî AKP’ê berxwedan neyê mezinkirin dikare qetlîamên hê mezintir pêk bîne, wiha dewam kir: “Divê wesayît dijmin bi rehetî nekevin ti kolanê. Her wiha pêwîst e gelê me bi awayekî girseyî tevlî çalakiya roja Yekşemê bibe.”
Însiyatîfa Gelê Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Têkoşîna azadiyê ya gelê me û tevgera me ev 40 sal in dimeşîne gihiştiye merheleyek nû. Di serî de bajarên Kurdistanê yên berxwedanên xwerêveberiyê hene, polîtîkayên qirkirinê di meriyetê de ne. Li Cizîr, Silopiya, Sûrê bi tank, top, bi deh hezaran çeteyên leşker û polîsan tên êrîşkirin. Bêyî cudahiya zarok, jinan bikin hedef digirin û qetil dikin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dorpêça li Sûrê di roja 45. de ye, wiha hat gotin: “Ev 45 roj in topan li ser vê navçeya me dibarînin. 45 roj in çete bi helweşandina malan ve hewl didin pêş de biçin. Milekî vê êrîşê li dijî berxwedana xwerêveberiyê be jî milê wê yê din jî ji bo xerakirina hebûna dîrokî ya Sûrê ye û ji bo projeyên veguherîna bajar e.”

 ‘HILMGIRTINA LI KURDISTANÊ JI BERXWEDANÊ DERBAS DIBE’

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêla faşîzma AKP’ê dixwaze her kesî bê deng bike, bipelçiqîne, ji ber vê jî bi tevahî hêza xwe êrîşî Botan û Amedê ku cihê berxwedan lê herî di asta jor deye dike. Daxuyaniyê wiha didome: “Botan û Amed wê berxwedana xwe bidomîne. Em çiqasî li ber xwe bidin em ê ewqasî bijîn. Li Kurdistanê ji bo jiyanê û hilmgirtinê ti rêyên din nemaye. Li Kurdistanê her roj bi deha kes tên qetilkirin. Li Wanê, Mêrdînê, Amedê ciwanên me bi daraz tên înfazkirin.”

‘DIVÊ HER ROJ DENG BÊ DERXISTIN, AGIRÊN BERXWEDANÊ BÊN PÊXISTIN’

Însiyatîfa Gelê Amed ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir, ev îfade bikar anî: 

“Divê li dijî vê faşîzmê em bi ruhê serhildanê dakevin kolanan. Pêwîst e çalakiya dengderxistinê ya li Amedê her roj saet 17.00’an pêk tê, tevahî gelê Amedê tevlî bibe û bajar bilerizîne. Divê hemwext li her taxê agirên berxwedanê bên pêxistin û barîkat bên danîn. Divê wesayîtên dijmin bi rehetî nikaribin bikevin ti kolanî. Her wiha divê gelê me bi awayekî girseyî tevlî çalakiya roja Yekşemê bibe û li Amedê serhildanê li her derê belav bike. Eger em ranebin ser piyan wê qetlîamên mezintir pêk werin. Ji ber vê jî divê bi berxwedanek mil bi mil ve em vê dorpêçê bişkînin.”