Însiyatîfa Gel: Em berxwedanê li tevahî Kurdistanê belav bikin

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bi boneya Newrozê daxuyaniyek weşand, got: “Em xwedî li Nisêbîn, Gever, Rezan û Şirnexê derkevin, em vê helwestê li tevahî navçe û bajarên Kurdistanê heta li gundên wê belav bikin.”

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bi boneya Newrozê daxuyaniyek weşand, got: “Em xwedî li Nisêbîn, Gever, Rezan û Şirnexê derkevin, em vê helwestê li tevahî navçe û bajarên Kurdistanê heta li gundên wê belav bikin.”

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku bi bihara 2016’an re gelê Kurd li Kurdistanê bi serketina xwerêveberiyan ve derbasî pêvajoyek têkoşîna nû bûye. Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê destnîşan kir ku gelê Kurd demsala zivistanê bi berxwedanek dîrokî ve bi ser xistiye, wiha domand: “Di vê pêvajoya dijwar a têkoşînê de di serî de Farqîn, Gimgim, Sûr, Silopiya, Cizîr, Hezex, Dêrik, Nisêbîn, gelek navendên xwerêveberiyê bi berdêlên mezin li ser piyan mane, ji berxwedanê paşde gav navêtiye. Di oxira vê de jiyana ewladên gelê leheng jî dane. Ev lehengên gel û ev sekna biryardar a berxwedêr ku bû sedem em zivistanê bi ser kevin, niha jî bi biharê serketinê mizgînî dike.

Newroz di vê pêvajoya nû ya têkoşînê de deriyê dîrokî û starta serketinê ye. Roja hesabpirsîn, tolhildan û jiyana azad e. Ji ber vê jî ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Xweser û Tirkiyeya Demokratîk’ berpirsiyartiya me ya dîrokî û wezîfeya me ya mirovî ye.

Ji ber vê jî divê gelê me Newrozê bi maneya hesabpirsîna ji Dehaqan bibîne û heta dawiyê israra xwe ya di helwesta berxwedanê deyne holê. Wek lehengê gel ê mezin Mehmet Tûnç jî îfade kir, divê li hember van êrîşên zalim ên bê hempa serînetewandinê qîr bike. Agirê Newroza 2016’an jî divê wek beriya sedsalan nîşana têkçûna zaliman û şahiya rizgariya gelê me bê dîtin. Divê qedexe qet neyên naskirin, gel ti carî ji bîr neke ku xwediyê esasî yê qadê ew bi xwe ye.

Ji ber vê jî Newroz ne tenê pêvajoyek têkoşînê ya berxwedan mezin dibe ye. Newroza 2016’an li dijî konsepta êrîşên têkbirin, pelçiqandin û tinekirinê yên rejîma AKP’a zalim, starta berxwedana mezin û pêngava serketinê ye. Her roj rojek hebûna bi biryar û roja destpêkirina têkoşîna rûmetê ye. Gelê Kurdistanê û dostên wan di ferqa vê rola dîrokî ya Newroza 2016’an de ne.

Bi vê zanebûn û berpirsiyariyê ve em Newroza tevahî gelê xwe yê sala 2016’an wek roja biryarbûna meşa ber bi serketinê dibînin, wek roja hesabpirsîna ji faşîzma AKP’ê digirin dest, ji serketina berxwedana xwerêveberiyan re wek bangê dibînin, pîroz dikin. Em xwedî li Nisêbîn, Gever, Rezan û Şirnexê derkevin, em vê helwestê li tevahî navçe û bajarên Kurdistanê heta li gundên wê belav bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi Newrozê re derbasî pêvajoyek nû ya têkoşînê bibin, bi şev û roj li her derê Kurdistanê di nav çalakî û berxwedanê de bin, ewladên berxwedêr ên gel biparêzin, xwerêveberiya ku navê şênber ê jiyana azad û bi rûmet e bi biryardarî ava bikin. Li ser vî esasî em bawer in ku berxwedêrên ji Mazlûm Doganan heta Mehmet Tûnçan wê teqez bi ser kevin.”