Însiyatîfa Gel a Amedê: Heta tehdîda qetlîamê hebe divê serhildan bidomin
Însiyatîfa Gel a Amedê gelê Amedê yê berxwedêr ê daket qadan silav kir, banga serhildanên bêdem kir.
Însiyatîfa Gel a Amedê gelê Amedê yê berxwedêr ê daket qadan silav kir, banga serhildanên bêdem kir.
Însiyatîfa Gel a Amedê diyar kir ku gelê Amedê ji duh êvarî ve li ser piyan e, wiha got: “Li Cizîrê, rûmeta xwe xwedî derdikeve. Em gelê xwe yê berxwedêr ê daketiye qadan silav dikin. Divê ev serhildan bêdem dewam bike. Heta tehdîda qetlîamê li ser gelê me dewam bike divê em serhildanan nesekinînin.”
Însiyatîfa Gel di daxuyaniyê de wiha dom kir: “Îro li Sûrê hêzên dijminê faşîst, anonsên, ‘an teslîm bibin an jî em ê Sûrê bi hewayî bomberdûman bikin’ li gelê me yê di nav berxwedana xwerêveberiyê de ye kirin. Li hember me bi polîtîkayek êrîşê ya çavsorkî, bi ti awayî cihê xwe ne di exleqê mirovahiyê ne jî şer de bigire heye. Hêzên faşîst ên nikarin berxwedana gelê me bişkînin serî li her rêyê didin. Ji ber vê ji bilî mezinkirina berxwedanê ti rêyên me yên tineye.
Divê hêzên dijminê faşîst vê baş bizanibe, eger êrîşek hewayî li ser Sûrê çêbibe wê her derê Amedê bibe Sûr. Amed wê bibe glokek agir û ev agir wê tevahî Kurdistanê û Tirkiyeyê bişewitîne.”
Însiyatîfa Gel a Amedê wiha da xuyakirin:
“Divê serhildana destpêkiriyê teqez neyê rawestandin. Divê jiyan bê sekinandin. Sûr û Cizîr di bin êrîşê de ye, nayê qebûlkirin ku qadên din bi awayekî normal bijî. AVM û kafeyên li 75. Yol’ê di rojên jiyan hatine rawestandin vekirî bimînin wê bibin hedefên me yên vekirî. Pêwîst e vê baş bizanibin.
Amed pêşengiyê ji serhildanê re dike. Pêwîst e her derê Amedê bi barîqatan bê girtin. Divê li her derê wek agirên sembola berxwedana Kurdistanê bê pêxistin. Em ji mala xwe, hewşa xwe, kolana xwe destpê bikin û parastina bajarê xwe bidomînin. Heta me li ber xwe da em ê azad bibin. Divê her kes di zanebûjna vê de be û tevlî serhildanê bibin. Tenê em dikarin bi vê rêyê ve hesabê qetlîama li Cizîrê bipirsin û pêşiya qetlîamên nû bigirin. Tenê bi berxwedanê em dikarin vê dorpêçê bişkînin. Pêwîst e em di pêşengiya ciwan û jinan de herikîna xwe ya qadan bidomînin.”