Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Stenbolê: 136 otomobîl û 7 otobus hatin şewitandin

Berxwedana li dijî terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê dimeşîne, li metropolên Tirkiyeyê belav dibe.

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Stenbolê bi daxuyaniyekê ve banga berxwedanê li metropolên Tirkiyeyê kir. Bilançoya çalakiyên di pêvajoya dawî de aşkera kir.

Di daxuyaniya Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Stenbolê de li ser polîtîkayên şer ên AKP’ê û terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê hat rawestandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Polîtîkayên şer ên dewleta TC ya faşîst êdî li Kurdistanê gihiştiye merheleyek pir cuda. Ji pitikek 30 rojî heta kalê 80 salî; bêyî bibêje zarok, ciwan, jin, kal, ducanî, êrîşeke ku qirkirinê esas digire xistiye meriyetê. Bi awayekî aşkera li dijî gelê Kurd şer daye destpêkirin û tinekirinê dike armanç. Lê hesabên li ‘Qesra AK’ ên AKP’ê li Kurdistanê negirt û wê negire jî. AKP’ê li Kurdistanê li dîwarê berxwedana bi heybet a Ciwanên Apoyî û gelê Kurd ê welatparêz qulubiye.”

Di daxuyaniyê de hat dûbarekirin ku wê berxwedan li metropolên Tirkiyeyê jî belav bibe û ev hatin gotin: “Bila vê her kes baş bizanibe, eger li Kurdistanê şer hebe, wê bi awayekî vekirî metropolên Tirkiyeyê jî bên şewitandin, hilweşandin. Di serî de Stenbol wê li gelek metropolên Tirkiyeyê Ciwanên Apoyî, bibe xewnên bi tirs ên dewleta TC ya faşîst. Em ê AKP’ê û Erdogan li van polîtîkayên wan ên şer bi hezaran caran poşman bikin.

Di daxuyaniyê de banga belavkirina berxwedana Kurdistanê li metropolên Tirkiyeyê jî hat kirin, wiha hat gotin: “Tevahî Ciwanên Apoyî û gelê me yê welatparêz, di serî de Stenbol dikarin li tevahî metropolên Tirkiyeyê bi însiyatîfên xwe her cure çalakiyan pêk bînin. Eger Kurdistan dişewite, pêwîst e Tirkiye veguhere dojehê. Di vê pêvajoya ku êdî axaftin bê nirx e, her cure eylem êdî mafekî rewa ye.” 

Di daxuyaniyê de herî dawî bîlançoyên çalakiyan hatin dayin. Li gor bîlançoyê;

Hate ragihandin ku 136 otomobîl û 7 otobus, 30 banka û ATM, kargehên aîdî nîjadperestan, Qesra Semta Beyoglu û 3 dibistan hatin şewitandin.

Her wiha di dema çalakiyan de di pevçûnan de 12 wesayîtên zirxî yên Akrep û TOMA hatin derpkirin.