Însiyatîfa Ciwanên Apoyî banga mezinkirina berxwedanê kir

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî diyar kir ku wê kelhên berxwedanê yên Sûr û Nisêbînê nekevin û berxwedana ciwanên Apoyî bidome, wiha got:”Niha tam dema mezinkirina berxwedanê ye.”

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî diyar kir ku wê kelhên berxwedanê yên Sûr û Nisêbînê nekevin û berxwedana ciwanên Apoyî bidome, wiha got:”Niha tam dema mezinkirina berxwedanê ye.”

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku çeteyên faşîst ên AKP’ê bi mehan e, di serî de ciwanên şoreşger ên Kurdistanê yên berxwedêr, li hember gelê Kurd bi rêbazên herî nemerdî êrîşan pêk tîne.

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî destnîşan kir ku li hember êrîşên pêk tên, di serî de ciwan û jinên welatparêz, şoreşger, gelê Kurd bi serbilîndî li ser piyan e, wiha berdewam kir: “Çeteyên faşîst ên AKP’ê ev 8 roj in êrîşî dilê Amedê Sûrê dikin, dîroka me, çanda me, cihên me yên pîroz dişewitînin. Her wiha bi nemerdî êrîşî gelê me yê berxwedêr ê Nisêbînê dike, bê kul i zarok, jin, pîr guhdar bike, polîtîkayên xwe yên komkujiyê bi tevahî qirêjiya xwe didomîne. Li dijî gelê me yê ku li hember êrîşên pêş dikevin li ber xwe dide, bi awayekî bê perwa êrîş dike.

Çeteyên AKP-DAIŞ’ê yên duh li Sûrê cihên me yên pîroz şewitandin, îro bi bombeyan hewl didin gelê me qetil bikin. Ciwanên Amedê û jinên ciwan ên egîd welatparêz bi rojane li her derê Amedê li ber xwe didin. Çeteyên AKP-DAIŞ’ê yên li hember berxwedanê matmayî man, li dijî gelê me çekên giran bikar tînin. Hevalên me yên jinên ciwan ên pêşengên berxwedanê di şexsê Hevala Dîlan Kortak de tên qetilkirin.”

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî da xuyakirin ku çeteyên AKP-DAIŞ’ê yên dixwazin di berxwedanê de pêşengiya jinên ciwan asteng bikin ji qetilkirina ciwanên Kurd xwe nakşîne, destnîşan kir ku li hember berxwedane bê hempa û bi ruhê fedaî yên ciwanên lîseyî polîtîkaya komkujiyê ji nû ve xistiye meriyetê.

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî destnîşan kir ku pêwîst e ala Çekwar Çûbûk ê li Sûrê hat qetilkirin li tevahî lîseyan bê bilindkirin, wiha dom kir: “Tam dema wê ye ku ciwanên zaningehî yên di şoreşa ciwanên 68’an pêşengtî kirine di pêvajoya pêş dikeve de pêwîst e bi ruhê berxwedêr ê Şehîd Farûkan, Şehîd Gelhatan û Şehîd Dîlanan zaningehan vala bikin, qadan û kolanan dagirin û di pişt barîqatan de dîrokê binivîsînin.”

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî diyar kir ku wê kelhên berxwedanê yên Sûr û Nisêbînê nekevin û berxwedana ciwanên Apoyî bidome, wiha got:”Niha tam dema mezinkirina berxwedanê ye.”

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî daxuyanî wiha bi dawî kir: “Li hember êrîşên topyekun pêş dikevin, em banga li derdora kelhên berxwedanê yên Sûr, Nisêbînê bibin yek li ciwanên tevahî zaninko, lîseyî dikin. Tam dema wê ye ku her kolanî, taxê û qadê veguherînin kelhên berxwedanê. Ji îro û şûn ve divê kesên bi axa xwe, nirxên xwe, tevahî pîroziyên xwe girêdana xwe hene li malên xwe rûnenin, dibistanan vala bikin, li her qada lê ne dibistanan vala bikin.”

Li ser vî esasî di serî de ciwanên Apoyî yên Amedê, em banga sekinandina jiyanê û li derdoran kelhên berxwedanê qufilbûnê li tevahî gelê xwe dikin.”