Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, derbarê sirgûnên ku li girtîgehan berdewam dikin de diyar kir ku li girtîgehan kêşeyên pir giran hene û her diçe pirsgirêk giran dibin.
Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku di girtîgehan de kêşeyên pir giran hene û wiha axivî: "Ji berê de kêşeyên ku li girtîgehan tên jiyan kirin, me dikir rapor û didan rayedarên hikûmetê. Her roj bi dehan name ji girtîgehan tên. Bingeha kêşeyên ku li girtîgehan tên jiyan kirin, girêdayî polîtîkayên ku li tirkiyê tên birêvebirin e. Li tirkiye yê polîtîkayên dewleta Sosyal herifîne û di aliyê din de jî demokarasiya civaka azad û polîtîkayên mafê mirovan herifiye."
'HIKÛMET BI ISRARE POLÎTÎKAYÊN XWE DI BER ÇAVAN RE DERBAS NEKE'
Bîlîcî, anî ziman ku ji ber dizî, kuştin û mirovên ku nikarîbin deynê xwe bidin cinnet derbas dikin jî, gelek kes ketine girtîgehan û wiha domand: "Girtinên adliyan jî di vî demî de zêde bûne. Weke din pirsgirêka Kurd li holê ye. Ji bo vê di bin navê KCK'ê de operasyonên ku tên rêvebirin de bi hezaran siyasetmedar hatin girtin û binçavkirin. Ev girtinên keyfiyane hîna jî tên meşandin. Ev girtin kêşeyên li girtîgehan di hatin jiyan kirin, girantir kirin. Êdî ev kêşe gihaye astekê ku nayê qebûl kirin. Hikûmet bi ‘srare ku polîtîkayên xwe ber çavan re derbas neke. Hikûmet di çêkirinên girtîgehên nû de çareser dibîne. Bîlîcî da zanîn ku ev ya ne çareseriye û wiha got: " Her wiha radibin mirovan sîrgûn dikin û di sîrgûnan muemeleya xirab li girtiyan tên kirin. Çardin ew girtîgeh bi xwe dagirtîne. Ev nêzîkatî şaşe û tezeq ne nêzîkatiyeke çareseriyê ye. Ev nê zikatî hatiye îflas kirin."
'PÊWÎSTE HIKÛMET DEV JI VAN POLÎTÎKAYÊN XWE BERDE'
Bîlîcî, desnîşan kir ku pêwîste di demek kin hikûmet dev ji van polîtîkayên xwe yên keyfî berde û wiha pêde çû: "Gereke di demek nêzde ev şer bê sekinandin û di serî de pirsgirêka kurd, hemû pirsgirên ku hene, bi rêyên aştiyane û demorasiyane çareser bike. Şûna ku çavkaniyên xwe hemûyan ji bo şer razîne, bila ji bo projeyen civakî û razîne û sosyal razîne. Û bila di heman demê de girtiyen siyasî serbest bên berdan. Ger pêşiya tirkiye yê ve be, pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û diyalok were çareser kirin, dê li Tirkiye yê pêşketinin mezin çêbibin. Ger li tirkiyeyê polîtîkayên ku girtîgehan çêdikin berdewam bikin, em ê piştî du salên din jî van tiştan nîqaş bikin. ji ber ku bi çêkirinên girtîgehan tiştek nayê çareser kirin." Bîlîcî derbirî ku Ev sirgûn li ser malbatan jî tesîreke mezin dike û wiha dawî li axaftinê xwe anî: "Malbatekê ku li Amedê di rûne, mecbûr dibe ku biçe Samsûnê, Befrayê, Karadenîzê, Erzurumê, Îstanbulê û Îzmîrê. Di vir de hem malbat zoriyan dibîne û hem jî girtî. Ji xwe ev ya encamê polîtîkayên ku hikûmet dixwaze pêş bixe. Hikûmet vê polîtîkayê bi rengekê sîtematîk rêve dibe. Ji xwe ev polîtîka herifiye. Pêwîste dewlet zanibe ku bi vî rengî nikare çareseriyê bîne."
'JI BO GIRTINÊN NÛ CIH VEDIKIN'
Serokê Şaxa MAZLUMDER'a Amedê Prz. Abdurrahîn Ay jî diyar kir ku surgunên ku tên kirin ne ji bo çareseriyê nê û wiha axivî: "Ev ya pirsgirêka girtiyan çareser nake. Tersê wê kurtir dike. Ev nêzîkatî polîtîkayên hikûmetê yên ev 3'ê sale li ser kurdan tê meşandin radixe berçavan. Em vê na baş dizanin. Bi vê polîtikayê dixwazin gelê kurd li hemberî buyerên ku tên jiyan kirin bê deng bihêlin. Ev ya bêtir dibe sedema bertekan. Sirkûnên ku di vî demîde tên jiyan kirin, mirov nikare ji dozên KCK bê par bigre dest û bi nirxine. Di vê pêvajoyên de gelek kesên ku gotin têkiliya wan bi KCK'ê re heye xistin girtîgehan. Êdî di girtîgehan de cih ne maye, ku kesekê bixinê. Tibeybetî li vê herêmê girtîgehên vale nemane. Di aliyekê de dixazin li ser vê bigrin û di aliyêdin de jî ji bo girtinên nû cih vedinkin."
'TÊKILIYA DINAVBERA GIRTÎ Û MALBATAN DE QÛT KIRINE'
Ay anî ziman ku malbat di aliyê maddî û manewî de bi van sirgûnan tesîr dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Li gorî me armanc ew e ku têkiliya dinavbera girtî û malbatan de qût bikin. Weke din têkiliya dinavabera girtiyan de qûtkirine. Girtiyên sirgûnê girtîgehên weke Karadenîz, Bolu û Rîzeyê tên kirin rastî nêzîkatiyên der mirovahî û mûemeleya xirab tên. Girtî li van girtîgehan xwe biyanî dibinîn. Ev ya jî li ser girtiyan pskolojiyeke xirab çêdike. Yên ku herî zêde bi van sirgûnan tesîr dibin malbatin. Pêwîste mirov li hemberê bûyerên wiha bêdeng nemîne û bertekan nîşan bide."