ÎHD’ê pirsa aqûbata 7 sivîlên 22 sale windane kir

ÎHD’ê pirsa aqûbata 7 sivîlên 22 sale windane kir

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windahiyan di 182'emîn hefteya çalakiya "Bila Winda werin dîtin, kiryar werin darizandin" de aqûbeta 7 sivîlên ku di sala 1990'an de li Geverê hatibûn windakirin, pirsîn.

Çalakiya "Bila Winda werin dîtin, kiryar werin darizandin" ku ji aliyê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windahiyan tê lidarxistin, di 182'emîn hefteyê de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolûyê hate lidarxistin. Platforma Şaxa Amedê, Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz, Seroka Komîsyona Malbatên Windahiyan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Necîbe Guneş Perînçek beşdarî çalakiyan bûn.

Perînçek di çalakiya ku wêneyên windayan hatibû hilgirtin de axivî û diyar kir ku, li Tirkiyeyê di nava 80 salan tu tişt nehatiye guhertin û her roj ber bi xerabiyê ve diçe. Perînçek da zanîn Serokwezîr Erdogan Tirkiyeyê berdide, rêvebiriya Sûriyeyê rexne dike û got ku divê serokwezîr li xwe binêre.

GOTIN 'MÎLÎTANÊ PKK'Ê YE Û CENAZE NEDAN

Di çalakiya ku her hefte çîrokên windahiyek tê vegotin de vê hefteyê çîroka bûyera qetilkirina Mehmet Urun, Omer Urun, Saliîh Urun, Sidik Aykût, Mehmet Aykût, Omer Kaçan û şivanekê ku navê wê nayê zanîn ên ku di 5'ê Tebaxê 1990'an li Gevera Colemêrgê hate vegotin. Perînçek bûyerê wiha got: " Li Geverê Hatem Çakmak û kesekî bi nasnavê Casim bi derewa 'me ji we re kar dît' gazî 7 kesan kirine. Ji aliyê din jî agahî didin Fermandarê Alaya Geverê Alî Kîraz û dibêjin, 'Me 7 PKK'yî dît'. Piştre wan kesan gazî pişt Gundê Aşagiûlûyolê dikin. Li vir Omer Urun ji aliyê fermandar Alî Kîraz bi îşkenceyê tê kuştin. 5 kesên din ên di fermandariyê de ji aliyê leşkeran ve bi îşkenceyê ve tên kuştin. Kesê bi navê Mehmet Urun jî diavêjin beroşa ser agir û dikele, dikujin. Cenazeyê wan bi gotina 'mîlîtanên PKK'ê ne nadin malbatan."

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna 7 kesan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk tê.