Berdevkê Demê ya Platforma Şaxên KESK'ê yê Colemêrgê Hîkmet Kaçan li ser navê DÎSK û KESK'ê axivî û wiha got: "Çavkaniyên herêmî îdîa kirin ku, bombeyên fosfor hatiye bikaranîn." Kaçan anî ziman ku, hejmara kesên mirî û birîndar ya di encama pêvçûna 12 rojan hîn nebûne û rayedar vexwend Şemzînanê.
Heyetek ku ji endamên KESK û DÎSK'ê pêk tê, ji bo lêkolînê çûn Navçeya Şemzînanê. Heyet piştî lêkolînê li navçeyê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevkê Demê ya Platforma Şaxên KESK'ê yên Colemêrgê Hîkmet Kaçan li ser navê KESK û DÎSK'ê axivî û da zanîn ku, ew li hemberî pêvçûnên 12 rojan bi fikarin. Kaçan wiha got: "
Di salên 90'î li herêmê zêdetirî 4 hezar gund hate şewitandin, 3 mîlyon mirov ji cihên xwe hate dûrxistin. Îro me kesên ku bi gotina demokrasiya pêşketî derdikevin rê, li Roboskiyê de dît. Li Şemzînanê ligel ku hate hişyarkirin dîsa jî mirovan bombe dikin û xwezayê xirab dikin. Çavkaniyên herêmî îdîa kirin ku, li vir bombeyên fosforê hatiye bikaranîn. Em nizanin çend kes di pêvçûna 12 rojin didome de jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûye. Rayedar li hemberî vê bêdeng dimînin. Em rayedaran vedixwînin Şemzînanê."
Kaçan anî ziman ku, hukumeta AKP'ê di polîtîkayên bêçareseriyê de israr dike û wiha got: "Hikumeta AKP'ê tenê desthilatdariya xwe difikire. Pirsgirêka Kurd bi operasyonan nayê çareserkirin. Divê operasyonên ku li Şemzînanê bi rojan e didome, bi dawî bibe û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muzakere were destpêkirin. "
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.