Hate ragihandin ku, gêrîlayên HPG’ê bi çekên giran di ser qereqola Bîlgîlî ya girêdayî navçeya Diha Sêrtê de girtine û artêşa Tirk windahiyên giran dane.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, herî kêm 11 leşkerên Tirk hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Di heman demjimêrê de li navçeya Şemzînana Colemêrgê dengê çekan bilind bû. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, hate ragihandin ku, êrîşî avahiyên Cendirme û Miduriyeta Polîsan ya Navçeyê hatiye kirin.
Dîsan di demjimêrên şevê de gêrîlayên ku rêya navbera Şemzînan-Geverê girtin û wesayît rawestindin. Gêrîlayên ku piştî kontrola nasnameyan kirin ji cihê bûyerê dûr ketin.
Kontrola ku gêrîlayên HPG’ê li herêmek berfireh ya Şemzînanê pêktîne di roja 11’mîn de didome.