Hate îdîakirin ku, li Gundê Xirsinça Xîzanê ciwanê bi navê Îsmaîl Kûşlû bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwe întîhar kiriye.
Hate îdîakirin ku, ciwanê bi navê Îsmaîl Kûşlû (18) li Gundê Xirsinça Xîzanê di 24'ê Pûşberê bi çeka bavê xwe întîhar kiriye. Hate ragihandin ku, bavê Kûşlû cerdevaniyê dike. Kûşlû yê ku gule li kezeba wî ya reş ketiye niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê tê dermankirin. Hate zanîn ku, kezeba Kûşlû zirarekî mezin dîtiye û xeteriya mirinê didome.