Îdîaya 16 sivîl li cihê pevçûna li Oremarê wenda ne

Îdîaya 16 sivîl li cihê pevçûna li Oremarê wenda ne

Waliyê Colemêrgê Orhan Alîmoglu, diyar kir ku operasyonên li herêmê berdewam dike û ji leşkerên tevlî operasyonê bûne 3 leşker birîndar bûn. Li gel vê hêjmara leşkerên birîndar gihişt 19 leşkeran. Her wiha hat diyarkirin ku di 16 gundiyên li herêma operasyonê wenda ne.

Li gorî nûçeya DÎHA’yê tevî du Nurettîn Renda û Reşat Renda, 16 kesên ku li cihê pevçûnê giya didirûtin û pez di çerandin, wenda ne û agahî ji wan nehatine girtin. hat ragihandin ku çûyîn û hatina herêmê hatiye qedexekirin.

Li gorî agahiyan li Robarok, Samanli, sînor Başûrê Kurdisanê, Oremar û Şitazinê bi beşdariya zêdetirê 5 hezar leşker, dehan helîkopter operasyon berdewam dike.

Waliyê Colemêrgê Orhan Alîmoglu, têkildarî operasyona le Colemêrgê ku her diçe belav dibe, li cihê xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Fermandarê Cendirmeyan ê Bajar Albay Mahmut Çaglayan û Midûrê Polîsan Tugan Erguder amade bûn. Walî Alîmoglu, anî ziman ku operasyon didomin û wiha got: "Îro serê sibê saet di 04.00'an de ye Şitazinê PKK'ê êrîş kir û 8 leşkeran jiyana xwe ji dest da. 16 leşker jî birîndar bûn. Piştî operasyon hate destpêkirin 3 leşkerên din birindar bûn. Hêjmara leşkerên birîndar gihîşt 19'an.

Li Wanê jî sevkiyata leşkerî hate kirin. 60 maşîneyên leşkerî yên zirxî ku ji aliyê Bedlîsê dihatin hatin Wanê. 60 maşîneyên leşkerî di ser rêya Erdîşê re ber bi Wanê ve çûn.