Îdîaya 16 girtiyên Girtîgeha Erziromê rastî lêdanê hatin

Îdîaya 16 girtiyên Girtîgeha Erziromê rastî lêdanê hatin

Hate zanîn ku, 16 BDP'iyên di 29'ê Gulanê de hatin binçavkirin û şandin Girtîgeha Erziromê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin darpkirin û sirgûnî girtîgehên Trabzon, Gîresun û Oltuyê kirin.

Di 29'ê gulanê de li navenda Agirî û navçeyên Agiriyê di encama operasyonê de 25 kes hatibûn binçavkirin û jê 16 kes hatibûn girtin. 16 BDP'iyên hatin girtin şandibûn Girtîgeha Erziromê. Derket holê ku 16 kes di ketina girtîgehê ji ber ku li dijî lêgerîna dijwar û înyadên sîxortiyê derkertin hatin darpkirin û sirgûnkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Agiriyê Polat jî di nav de 6 kes şandin Girtîgeha Trabzonê, 6 kes şandin Girtîgeha Tîpa E ya Gîresunê û 4 kes jî şandin Girtîgeha Oltuyê.

Parêzerên îro çûn girtîgehê hînî singûnî bûn bi Dozgerê Komarê yê bi Rayeya Taybet yê Erziromê re hevdîtin pêk anîn. Hate zanîn ku, dozger jî bûyer piştrast kir û dê derheqê bûyerê de lêpirsînê bide destpêkirin. Hate îdîakirin ku, girtî ji aliyê gardiyanan ve hatin darpkirin.