Huseyîn ê 5 salî yê li Cizîrê hat qetilkirin, hat veşartin

Cenazeyê Huseyîn Selçûk ê 5 salî yê li Cizîrê hat qetilkirin, li gundê Hoser ê Cizîrê hat veşartin.

Cenazeyê Huseyîn Selçûk (5) ê li taxa Cûdî ya Cizîrê dema li ber deriyê mala xwe dilîst ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Cenazeyê Huseyîn Selçûk, piştî otopsiya li nexweşxaneyê, birin gundê Hoser ê Cizîrê. Ji ber ku dê û bavê Huseyîn ê biçûk ji ber qedexeyê nikarin ji Cizîrê erkevin, cenazeyê Huseyîn ji aliyê xizmên wî ve hat rakirin.

Cenazayê Huseyîn Selçûk duh li gund hat sekinandin û piştî ku bavê wî danê vê sibehê bi 'destûra taybet' ji Cizîrê hat, li gundê Hoser hat veşartin.