Hurriyet Kaytar bû wekîla Şaredarê Êlihê

Piştî Hevşaredarên Êlihê ji hêla Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin wergirtin hilbijartina wekîliya şaredariyê hat kirin. Endama meclîsa şaredariyê ya DBP'î Hurriyet Kaytar wekî wekîl hat hilbijartin.

Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr, Gulîstan Akel a hatiye girtin û 17 endamên meclîsa şaredariyê ji hêla Wezareta Karê Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin. Endamên meclîsa şaredariyê ji bo hilbijartina wekîlê şaredariyê kom bûn. Di encama hilbijartinê de endama meclîsa şaredariyê a DBP'î Hurriyet Kaytar wekî wekîla şaredar hat hilbijartin.