Hunermendên Kurdên Êzidî terora AKP'ê şermezar kirin

PHKÊ terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û banga xurtkirina yekîtiyê li tevahiya gelê Kurd kir.

Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê û ev hewldanên dewleta Tirk ên weke dagirkeriyê pênase kir, bi tundî şermezar kir.

PHKÊ diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê di roja îro de şerekî qirêj ji aliyê dewleta Tirk û AKP'ê ve tê meşandin û hat destnîşankirin, ku li dijî vî şerî, gelê Kurd berxwedaneke bi heybet nîşan dide.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em weke Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî hovîtiya dewleta AKP'ê şermezar dikin û serhildana gelê Kurdistan a bi heybet silav dikin. Serketin a gelê me ye."