HPG: Tevgera li Şemzînanê di roja 10'emîn de ye, pevçûn didomin

HPG: Tevgera li Şemzînanê di roja 10'emîn de ye, pevçûn didomin

Şer û pevçûnên beriya du hefteyan li navçeya Şemizînan a Colemêrgê dest pê kirin berdewam dikin. HPG’ê ragihand ku di pevçûnên duh de 14 leşker hatin kuştin û gerîlayek jiyana xwe ji dest da.

Çalakiyên gerîlayan û kontrola gerîlayan a ji 23’ê tîrmehê ve li navçeya Şemizînan a Colemêrgê hate destpêkirin, berdewam dike. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya nivîskî weşand de agahiyên berfire da.

Di pevçûna destpêkê de 5 leşker mirin

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 31'ê Tîrmehê de li navçeya Şemzînana Colemergê heta danê nîvro di encama pevçûnên qewimî de li Neqeba Nîrkolaya Jorîn 3 leşker, li Gumoka Jorîn fermandarê yekîneyê û li Neqeba Masîro jî leşkerek bi giştî 5 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin.”

2 leşkerên hêzên mudaxeleyê hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di heman rojê di saet 11.00'an de ji navçeya Şemzînanê artêşa dagirker a tirk ên bi helîkopterên kobrayan, bi tank û wesayitên zirxî yên akrep xwestine mudaxeleyî cihê bûyerê bikin li nêzî Gundê Navreza ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin.”

2 leşkerên di wesayîta kirpî de hatin kuştin

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di Di saet 17.00'an de li dijî leşkerên “dijmin” ên cadin xwestine mudaxele bikin ji aliyê gerîlayan ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin û ev agahî hat dayîn; “ Di encama vê çalakiyê de wesayiteke kirpî derbe xwariye 2 leşker jî hatine kuştin. Li dijî leşkerên piyade yên dixwestin pêş ve biçe jî ji aliyê gerîlayên me çalakiyek hatiye lidarxistin.”

Gerîlayan li hêzên piyade jî xistin, 5 leşker mirin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir; “Di encama vê çalakiyê de jî 5 leşkerên dijmin hatine kuştin. Di encama pevçûn û çalakiyên di tevahiya rojê de qewimîne bi giştî 14 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Herweha Rêhevalê me Şahîn Zap - Îsa Tacidar jî bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê.”

Riya 10 deqeyan bû 7 saet

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di tevahiya rojê de artêşa dagirker a tirk ên nekarî pêş de biçe riya 10 deqîqeyan di 7 saetan de derbaskiriye. Dîsa di 1'ê Tebaxê de (îroj) li dijî hemû herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobra, hewan û obusan herêm hatiye bombekirin.”

Gerîlayek jiyana xwe ji dest da

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama pevçûnan de bi giştî 14 leşkerên Tirk hatin kuştin û gerîlayek jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “ Di 30'ê Tîrmehê de di saet 15.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê di navbera Gundên Riya û Salarayê li dijî leşkerên artêşa dagirker ên tirk ê xwestiyê rê kontrol bike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiye hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagiarker a tirk li dijî herêmê bi hewan û obusan herêm hatiye bombekirin. Operasyona di heman rojê de bi daxistinan jî destpêkiriye di 31'ê Tîrmehê de bê encam paş de vekişiyaye.”

Li Oremarê çalakiya bi çekên giran

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 31'ê Tîrmehê de di navbera saet 15.00-16.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Qereqola Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çeperên artêşa dagirker a tirk hatine rûxandin.”

Li Qilabanê pevçûn

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku li navçeya Qilaban a Şirnexê jî pevçûnek qewimiye û der barê pevçûnê de ev agahî da:

“Di 31'ê Tîrmehê de di saet 17.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li herêm Girê Çetan di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê pevçûneke 20 deqan qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.”

Li dijî Şêladizan topbaran

Di daxuyaniyê de hat dfiyarkirin ku êrîşê topbaranî yên artêşa Tirk li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dike û hat diyarkirin ku di encama êrîşan de agir bi daristanan ketiye.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Ji 27'ê Tîrmehê dû vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Şeladizê lid ijî herêma Çiyareş û li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Geliyê Zap, Çiyayê Hênê, Girê Helwesîs, Girê Samûray û herêma Garêya Mezin ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê dest pê kiriye hîn jî berdewam dike.”