Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê daxuyuniyek der barê pevçûnên li Oermearê qewimî de da û diyar kir ku pevçûn berdewam dike.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ev agahî da; “Di 19'ê Hezîranê de di danê sibê zû de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî 3 nuqteyên artêşa dagirker a tirk ji aliyên gerîlayên me çalakiyên berfireh hatine lidarxistin. Di derbarê çalakî û pevçûnên di encama wê gelek leşkerên dijmin hatiye kuştin de piştre wê gelê me û raya giştî were agahdarkirin. Tevger û pevçûnên li herêmê hîn jî berdewam dike.”