Ji 23’yê tîrmehê ve herêma navçeya Şemizînan a Colemêrgê di bin kontrola gerîlayan de ye. Artêşa Tirk di her carekê de dixwaze herêmên di bin kontrola gerîlayan de bi dest bixe, lê li rastî berxwedana gerîlayan tê û derbeyên giran dixwe. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama pevçûna duh êvarê de jî herî kêm 15 leşkerên din hatin kuştin. Herêm bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk ve tê kuştin.
Her çendî, çapemeniya Tirk û hikûmeta AKP’ê hewl bide şer û pevçûnên dijwar ên li navçeya Şemizînan a Colemêrgê veşêre jî, lê ji 23’yê tîrmehê ve herêm di bin kontrola gerîlayan de ye û artêşa Tirk wendahiyên mezin dide. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku herî dawî du êvarê li herêma Nîrkolayê herî kêm 15 leşker hatin kuştin.
15 leşkerên din hatin kuştinNavenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ev agahî da; “Di 30'ê Tîrmehê de di saet 16.30'an de li navçeya Şemzînana Colermergê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestiyê ber bi Neqeba Nîrkola û Neqeba Masîro ve biçe ji aliyê gerîlayên me ve du çalakî hatine lidarxistin. Di encama pevçûnên dijwar ên heta saet 19.30'an berdewam kirî de li Neqeba Nîrkolaya Jorîn 15 leşkerî dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, 8 leşker jî birîndar bûne. Di encama pevçûnên li Neqeba Masîro jî hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
Di berdewewa daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî çalakiyan artêşa “dagirker” a tirk herêm bombebaran kiriye, kuştî û birîndarê xwe jî bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye û got; “Herweha artêşa dagirker a tirk hêzên xwe naçar maye gavekê paş de vekişîne.”
Êrîşên hewayî berdewam dikin Li herêma Şemizînanan, piştî ku artêşa Tirk derbeyên giran xwar, êrîşên hewayî jî zêde kir. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê êrîşa hewayî ya ku di 30’ê hezîranê de pêk hat de ev agahî da; “Girtê Gostê, derdora Hecibegê, gundê Nîrkola, gundê Ranyapîrê, Genîştepe û girê Masîro ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi balefiran hatiye bombebarankirin. Di heman demê de li gel êrîşa hewayî, herêmê bi obîs û hewanan jî hatiye bombebarankirin.”
Rêya Şemizînan-Gerdiyayê hatiye girtinNavenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di 30'ê Tîrmehê de ji saet 20.00'an heta 31'ê Tîrmehê saet 04.00'an li navçeya Şemzînanê li dijî Girê Gostê, derdora Hecîbegê Gundê Nîrkola, Gundê Ranyapîrê, Genîştepe û Girê Masîroyê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin û got; “Herweha ji 29'ê Tîrmehê û vir ve riya Şemzînan-Gerdiyayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li çûn û hatinê hatiye girtin.”
Çiyayê Govendê hat bombebarankirinNavenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “3. Di 30'ê Tîrmehê de di navbera saet 12.00-16.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Çiyayê Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 30'ê Tîrmehê de di saet 11.30'an de li navçeya Gevera Colemergê du helîkopterên skorskyê xwestiye ber bi Şitaza û Oramarê ve biçe lê rastî berxwedaniya gerîlayan hatiye û neçar maye paş de vekişe. HPG’ê got; “Piştî demekê helîkopterên skorskyan ên vê carê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan xwestine biçin Şitazan û Oramarê cardin gerîlayên me rê nedan wan û naçar man cardin paş ve vekişin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 30'ê Tîrmehê de di saet 23.00'an de li navçeya Gevera Colemergê riya Şitaza û Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye birîn. Herweha pira di navbera Şitaza û Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî hêrêmê êrîşên hewan û obusan hatiye lidarxistin.”