HPG: Li Şemizînanê di 20 rojan de 5 gerîla jiyana xwe ji dest dan

HPG: Li Şemizînanê di 20 rojan de 5 gerîla jiyana xwe ji dest dan

HPG’ê ragihand ku di 20 rojan de li Şemizînanê 5 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kontrol di destê gerîlayan de û herêm bi balefir û topan tên bobmebarankirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya weşand de got; “Di 8'ê Tebaxê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Gostê, Kurê Mizgeftê û herêma Ewliyayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman demê de li dijî Neqeba Masîro, Navserên Garê, Girê Konservê û Geliyê Ava Hecibegê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama pêvajoya serweriya “gerîlayên me ya 20 rojan berdewam dike de agahiya şahadeta 5 hevalê me yê din gihîşt ber destê me. Wê di demeke kurt de nasnameya hevalên me yê şehîd were eşkerekirin.”

JI GERÎLAYÊN YJA-STAR ÇALAKÎ

Navenda Çapemeniyê ya YJA-STAR’ê jî ragihand ku gerîlayan di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya ji 23’yê tîrmehê ve li navçeya Şemizînan a Colemêrgê hatiye destpêkirin de gerîlayên jin ên YJA-STAR’ê di 8’ê tebaxê de saet di 14.00 de li dijî qereqola Rûbarokê çalakiyek li dar xistine û got; “Bi awayeke bi bandor li hemû hedefan hatiye xistin, hejmara kuştî û birîndarên leşkerên dijmin nehatiye zelalkirin.”