HPG: Li Geliyê Doskî 15 leşker hatin kuştin gelek çek hatin rakirin
Gerîlayên HPG/YJA Star li Geliyê Doskî li hember leşkerên Tirk çalakiyek li dar xistin. Gerîlayan di çalakiyê de 15 leşker kuştin û gelek çek bi dest xistin.
Gerîlayên HPG/YJA Star li Geliyê Doskî li hember leşkerên Tirk çalakiyek li dar xistin. Gerîlayan di çalakiyê de 15 leşker kuştin û gelek çek bi dest xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan îro piştî nîvro li qada Geliyê Doskî ya girêdayî Geverê li hember leşkerên Tirk çalakiyek li dar xistin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de 15 leşker hatine kuştin û dest danîne ser gelek çekan.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de got: “Me ragihandibû ku pevçûnên li qada Geliyê Doskî ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dewam dikin û artêşa TC ji bol i vê herêmê pêşde biçe bi sewqiyatên leşkerî yên zêde hêz veguhestiye.
6’ê Îlonê (îro) piştî nîvro saet 15.00’an artêşa T.C bi konvoyeke ji gelek wesayîtên zirxî ji bo qada Geliyê Doskî hêzê sewq bike ku tevgeriya, bi çalakiya sabotajê ya gerîlayên me hatiye sekinandin. Ev konvoya ji ber çalakiya sabotajê nikarîbû pêşde biçe ji çend baskan êrîş pêk aniye. Di encama êrîşên di çalakiya sabotajê de pêk hatin bi awayekî zelal 15 leşker hatin kuştin. Di çalakiyê de gelek kelûpelên leşkerî jî hatin rakirin. Detayên çalakiyê wê paşê bên aşkerakirin. Pevçûnên li vê herêmê hê didomin.”