Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakîyên gerîlayan ên li Bakûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê de 4 polîsên tevgera taybet hatine kuştin û 2 leşker jî li Qilabanê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê de 4 polîsên tevgera taybet hatine kuştin û 2 leşker jî li Qilabanê hatine kuştin. HPG’ê çalakiya di 17’ê hezîranê de li dijî lûleya petrolê ya di navbera Midyad û Hezexê de jî girt ser xwe.
4 POLÎSÊN TEVGERA TAYBET HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ev agahî da; “Di 24'ê Hezîranê de di saet 14.30'an de li navçeya Dêrika Mêrdînê li ser riya nexweşxaneyê li dijî wesayiteke polîsên tevgera taybet barkirî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayita polîsan bi giştî hatiye rûxandin, 4 polîs jî hatiye kuştin. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê opersayonek hatiye destpêkirin. Opersayona li herêmê bi berfirehî berdewam dike.”
LI BEDLÎSÊ ÇALAKÎ
HPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got; “Di 23'ê Hezîranê de di saet 21.40'an de li sêgoşeya Bedlîs-Norşîn-Tetwanê li dijî qereqola polîsan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya kozikeke nobedariyê û wesayiteke dag geyigi hate rûxandin de, avahiya qereqolêjî agir girtiye û demeke dirêj şewat berdewam kiriye. Piştî çalakiyê 4 wesayitên zirxî cihên sîvîl bêserûber dane ber guleyan. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
LI ELKÊ OPERASYON
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 24'ê Hezîranê de di navbera saet 16.30-18.30'an de li ser riya Beyşebab-Şirnexê ji “aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirînê hate lidarxistin. Gerîlayên me ji girseya ji 50 wesayitî de daketin di derbarê pêvajoyên dawî de agahdarî kirine.”
LI QILABAN 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
HPG’ê got; “Di 24'ê Hezîranê de di saet 11.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî baregeha leşkerî ya Serbendê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşkerê dijmin hatiye kuştin.”
LI DIJÎ LÛLLEYA PETROLÊ ÇALAKÎ
Di daxuyaniyê de hat gotin; “ Di 17'ê Hezîranê de di navbera navçeya Midyada Mêrdînê û navçeya Hezexa Şirnexê li dijî xeta lûleyan a petrolê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di 21'ê Hezîranê de di saet 16.00'an de kepçeyeke li qada çalakiyê xebatê tamîrê dimeşîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.