HPG: Gêrîlayên YJA-Starê Skorskyek xistin

HPG: Gêrîlayên YJA-Starê Skorskyek xistin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, li nêzî girê Çekan ya navçeya Qilabana Şirnexê gêrîlayên YJA-Starê helîkopterekî skorsky xistine. her wiha li Amed û Dêrsimê 5 leşker hatine kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di derbarê pevçûnên li bejahiya Pîrana Amedê, çalakiya Dêrsimê, operasyonên li Mûş û topbaran kirina Hêrêm Parastina Medya daxuyanî hate dayîn, her wiha hate ragihandin ku, skorsky’yek jî hatiye xistin.

LI PÎRANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin HPG’ê di derbarê pevçûna li Pîrana Amedê ya di 23’ê Pûşperê de jî agahî dan û diyarkir ku, 23'ê Pûşperê de di demjimêr 18.00'an de li navçeya Pîrana Amedê li nêzî baregeheke leşkerî di navbera gerîlayên me û leşkerê artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatiye kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê dijmin kuştÎ û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.

LI DÊRSIMÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 2 JÎ BIRÎNDAR BÛN

HPG’ê aşkera kir ku, di 24'ê Pûşperê de di demjimêr 18.00'an de li navenda Dêrsimê li nêzî Girê Rojnek li dijî leşkerên di xebata avakirina qereqoleke nû de dixebitîn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 3 leşker hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Du rojan artêşa dagirker ya tirk derdora xwe bi dijwarî bombebaran kiriye, di 26'ê Pûşperê de danê êvarî înşaata qereqolê berdide û ji herêmê dûr dikeve.

YJA-STARÊ SKORSKY’IYEK XIST

HPG’ê derbarê çalakiya gêrîlayên YJA-Starê jî daxuyanî da û ragihand ku, di 24'ê Pûşperê de di demjimêr 16.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî Girê Çetan helîkoptereke skorskyan ya alavên leşkerî û leşker vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me yê YJA-Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê helîkopter hatiye xistin, lê hejmara kuştî û brîndara nehatiye zelalkirin. Herweha li vê herêmê di encama pevçûneke din a di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de leşkereke dijmin hatiye kuştin. Di 26'ê Hezîranê de artêşa dagirker a tirk li herêmê daxistinan kiriye û perçeyên helîkoptera skorskyê ji herêmê dûr xistiye. Ev çalakî ji bo bîranîna Rêheval Zîlan a di sala 1996'an de gihîştiye şahadetê hatiye lidarxistin.

OPERASYONA LI MÛŞÊ VEKIŞIYA

HPG’ê destnîşan kir ku, di 25'ê Pûşperê de li Navenda Mûşê li dijî Gundê Zengok û Çiyayê Kozmê ji aliyê artêşa dagirker ya tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di 26'ê Pûşperê de danê êvarî paş ve vekişiyaye.

HERÊMA QENDÎL HATE TOPBARAN KIRIN

Her wiha HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de derbarê topbaranên li ser herêmên Medyayê jî daxuyanî da û bilêv kir ku, di 26'ê Pûşperê de di navbera di demjimêrên 23.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Qeladizê li dijî Gundên Qalatûka û Meredoya bi ser Qendîlê ve ne ji aliyê artêşa dagirker ya tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin