HPG’ê diyar kir ku êrîşên hewayî duh jî dewam kirine. HPG’ê da xuyakirin ku di êrîşan de 3 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane û şewata daristanan a li eraziyê didome. HPG’ê got di êrîşên hewayî de gelê sivîl jî zerareke mezin dîtiye.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 26 tîrmehê 2015, 16:39
HPG’ê diyar kir ku êrîşên hewayî duh jî dewam kirine. HPG’ê da xuyakirin ku di êrîşan de 3 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane û şewata daristanan a li eraziyê didome. HPG’ê got di êrîşên hewayî de gelê sivîl jî zerareke mezin dîtiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li hember Herêmên Parastinê yên Medya 25’ê Tîrmehê jî dewam kirine, ji qereqolên ser sînor jî bi çekên giran êrîşên hewayî dewam kirine.
HPG’êder barê bomberdûmanê de ev agahî da:
“25’ê Tîrmehê li herêma Qendîlê di navbera 13.20 û 14.00’an de balagirên şer ên TC geriyane û girê Şehîd Rustem bombe kirine. Di encama bombekirinê de li eraziyê şewat derketiye û hê jî ew şewat didome.
25’ê Tîrmehê li herêma Xakurkê bi roj saet 10.40'an heta danê êvarî balafirên şer ên artêşa TC bênavber geriyane. Heman rojê saet ji 20.00’an heta saetên şevê pêgerên hewayî yê keşfê û balafirên şer destpêkê li ser Xakurkê paşê li ser Xinêrê geriyane.
25’ê Tîrmehê li herêma Avaşîn nîvro saet 12.55 balafirên şer qada Tabûra Ereba bombe kirine. Heman rojê nîvro di navbera 11.30 û 12.00’an de balafirên şer qada Aris Faris bombe kirine. Di encama wê de li eraziya gundê Aris Faris şewat derketiye û ew şewat hê jî didome. 25’ê Tîrmehê nîvro saet di navera 12.00 û 13.40’î de balafirên şer qada Dola Bira û derdora wê bombe kirine. Di encama wê bombekirinê de li eraziyê şewat derketiye û şewat hê didome.
25’ê Tîrmehê li herêma Heftanîn êvarî di navbera saet 22.00-00.00 de qada Bektorya ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.
24’ê Tîrmehê bi şev saet 22:30’an heya sibehê saet 05:30’ê piraniya eraziya Garê ji aliyê balafirên şer ên TC’yê ve hatiye bombebarankirin. Piştî bombebaranê li erazî şewat derketiye û di encama şewatê de axên gundiyan zerar dîtiye.
24’ê Tîrmehê li herêma Metîna şev di navbera saet 22:30’an heya 25’ê Tîrmehê sibê saet 05:00’ê li ser herêmê re balafirên şer û pêgerên hewayî yên bê mirov geriyane. Roja 25’ê Tîrmehê saet 05:00 balafirên şer ên artêşa Tirk gundên; Berbenda Şener û derdora wê, herêma Duavê, Qumrî, Derarê, Beşilê, Dergêlê, Xankê, Yekmalê û Hesê û derdora wan, dîsa bi balafirên şer nuqteyên Kanî Gorê û Kanî Reşê jî heya nîvro saet 12:00’an xistine. Dîsa piştî êrîşa hewayî şewat derketiye. Şewata ku derketî heya şev saet 02:00’yê berdewam kiriye.
25’ê Tîrmehê li herêma Zapê di navbera saet 09:00’an heya 14:10’ê artêşa Tirk bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov herêmên qûntara Tepê Cehennemê û Kanî Sarkê yên girêdayî herêma Çiyayê Reş bombebaran kirine. Di heman rojê saet 12:00’an de balafirên şer herêma Şehîdgeha Zapê bombebaran kirin. Dîsa di heman rojê de saet di navbera 12:00’an heya 13:00’ê balafirên şer herêma Mîrzo ya li ser xeta sînorê Çelê bombebaran kirine.
Di daxuyaniya duh a derbarê bomberdûmana pêk hat de me ragihandibû ku 3 hevalên me birîndar bûne. Di encama agahiyên me ji herêmên xwe girtine, 4 hevalên me yên din jî birîndar bûne.
‘DI ÊRÎŞA DUH DE 3 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAYE’
HPG’ê da ragihand ku di êrîşên duh de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye. HPG’ê got: “Di encama bomberdûmanên 25’ê Tîrmehê agahiya şehadeta 3 hevalên me yên hêja yên di Şehîdgehê dixebîtin gihiştiye me. Hevrêyên me; Zafer Gever, Dijwar Pasûr û Argeş Kiçî yên zarokên egîd ên gelê me yên mezlûm, kedkar û berxwedêr in, di heman demê de tevlî tevgera azadiyê bûne û salên dirêj zehmetiyên mezin derbas kirine, têkoşîna gerîla mezin kirine û jiyana xwe jî bi hişmendiyeke welatparêz û bi pratîkeke şoreşgerî domandine. Van 3 hevrêyên me tevlî hemû xebatên pratîkî yên Yekparetiya jiyan û çalakiya gerîlayan di herêmên azadiyê de afirandine de nîşan dane.”
‘ERKÊ DÎROKÎ YÊ DEWR KIRINE, EM Ê BI BIRYARDARÎ BI CIH BÎNIN’
HPG’ê der barê gerîlayên jiyana xwe ji dest dane de ev agahî parve kir:
Hevrê Zafer di sala 2007’an de li herêma Zagrosê birîndar bûye û gihiştiye asta gazîbûnê û tevlîbûna nava xebatên Herêma Parastina Medyayê berdewam kiriye. Hevrê Dijwar jî bi li herêmên gerîlayan mayîna xwe re çi erkên ku hatine dayîn bi nêzîkatiyeke dilnizm û fedakarî bi cih aniye. Her çiqasîhevrê Argeş di tevlîbûna nav gerîlayan de nû bû jî bi coş û çalak tevlî xebatên leşkerî bûye. Em ê bi wezîfeya dîrokî ya her sê hevalên me dewrî me kirine biryardariyek mezin bimeşin.
‘AGAHIYÊN NASNAMEYÊN GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE’
Agahiyên nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Îbrahîm Ogûş ê bi nasnav Argeş Kiçî yê li Şirnexê ji dayik bûye. Di 25’ê Tîrmehê 2015’an li Herêmên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest daye.
Ziya Ozcan bi nasnavê Zafer Gever ê li Colemêrgê ji dayik bûye. Di 25’ê Tîrmehê 2015’an li Herêmên Parastina Medyayê Jiyana xwe ji dest daye.
Velî Guler ê bi nasnav Dijwar Pasûr ê li Amedê ji dayik bûye. Di 25’ê Tîrmehê 2015’an li Herêmên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest daye.