HPG'ê, li fermandariya tumenê ya Necdet Ozel lê bû xist

HPG'ê, li fermandariya tumenê ya Necdet Ozel lê bû xist

Pevçûnên di 19’ê hezîranê de li navçeya Gever a Colemêrgê dest pê kirin, heta niha li hin deverên derdora Cîlo Çarçelanê berdewam dikin. Gerîlayan di heman rojê de li navenda Geverê jî du çalakî li dar xistin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de got;”Di 19'ê Hezîranê de di saet 21.00'an de li navenda Colemergê li dijî Lojmanên Polîsan, 21. Fermandariya Tumenê û nuqteya polîsan a li ser riya Gever-Şemzînanê ji aliyê “gerîlayên me ve çalakiyeke hemwext hate lidarxistin. Di encama çalakiyên hate lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, dema gerîlayên li hemberî 21. Fermandariya Tumena Sînor çalakî li dar xistin, Serfermandarê Artêşa Tirk Necdet Ozel jî li wê fermandariyê bû. Piştî pevçûna li Oremarê Necdet Ozel, tevî fermandarên ên artêşa Tirk û du wezîrên AKP’yî hatibûn hemberî 21. Fermandariya Tumena Sînor.

Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya îro jî da de got; “Di 19'ê Hezîranê de di navbera saetên 04.00-20.00'an de li navçeya Gevera Colemergê di derbarê şahadeta gerîlayên me de hejmara 15 hatibû dayîn. Li gor agahiyên dawî me zelal kir ku şahadeta rêhevalên me 14 ne. Pevçûnên di 19'ê Hezîranê de destpêkirine hîn jî li çiyayên Cîlo û Çarçelayan cîh bi cîh berdewam dikin.”

Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê, di daxuyaniya roja çarşemê da de ragihadibû ku di çalakiyê de 109 leşker hatine kuştin, nêzî 100 leşker birîndar bûne û 4 helîkopterên skorsky hatine xistin.