Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku di pêvajoya bêçalaktiyê de êrîşên artêşa Tirk û tevgerên berfireh didomin. Ji bo gerîlayên li Çarçela jiyana xwe ji dest dan 16’ê Cotmehê li hember konvoya leşkerî ya ji Alaya Garê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê re sewqiyat pêk anî çalakî hat lidarxistin. Operasyona artêşa Tirk a li hember qada Bînbîr berfireh dibe.
Navenda Çapemeniyê û Ragihandinê ya HPG’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand ev agahî da: “Ji bo bîranîna gerîlayên me yên li Çarçella şehîd ketin û me duh îlan kirin, gerîlayên me 16’ê Cotmehê çalakiyeke bersivdayînê pêk anîne. Saet 18.30 ku konvoya leşkerî ji bo Alaya Garê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê sewqiyata leşkerî dikir, dema saet 20.00’an vedigeriya gerîlayên me li hember vê konvoyê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîteke zirxî bi temamî hat îmhakirin, wesayîtek jî hat derbkirin. Li vir 2 jê çawîşên pispor 4 leşker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC bi tevlîbûna cerdevanên gundê Xiznê jî operasyonek daye destpêkirin. Dîsa balafirên şer qada Gomana Mezin bombe kirine, qadên Tepê Konserve û Genîş Tepe bi obus û hawanan bombe kirine.
LI BÎNBÎRÊ OPERASYON DIDOME
Operasyona berfireh a li herêma Bînbîr a artêşa TC didome. Bi taybet dixwaze qada operasyonê ber bi bejahiya Şemzînanê berfireh bike. Êvara 16’ê Cotmehê û heta saetê vê sibê, helîkopterên Skorsky leşker danîn qada operasyonê. Qadên derveyî qadên leşkera lê datînin, ji aliyê balafirên şer ve tên bomberdûmankirin. Heta saetên sibê yê 17’ê Cotmehê (îro) di navbera leşkerên tevlî operasyonê bûne û gerîlayên me de pevçûn derketin, 2 leşker hatin kuştin. Pevçûnên li vê herêmê bi awayekî dijwar didome.
17’ê Cotmehê saet 10.00-10.30’an qereqola Oremarê bi obus, hawan û tankan ve êrîş bir ser herêma Avaşînê. Li derdora qereqola Oremarê tevgerek zêde yên helîkopterên Kobra heye.
16’ê Cotmehê saet 04.30’an artêşa TC li gundên Bableşîn, Dêr, Karaxfila, Aşkita, Înganî û Hespîstan ên girêdayî navçeya Elbak a Wanê, dest bi operasyonê kiriye. Arteşa şerê teybet bi 10 wesayîtên zirxî ve ket baxçeyê ku gundiyên Aşkita bi derfetên xwe ava kirine û navê baxçeyê azadiyê lê kirine, taqemenî jî bikar anîn û baxçe anîn halekî ku nema tê bikaranîn. Ev operasyon ber bi êvarî saet 17.00’an piştî zerar da baxçe vekişiya.
ŞEHÎDGEHA SÎSÊ HAT BOMBERDÛMANKIRIN
16’ê Cotmehê yekîneyên kontrayê taybet ên AKP’ê, bi çekên hawan û balafirên şer ve Şehîdgeha Sîsê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê bomberdûman kir. Her wiha rêyên gundên Boşatê, Sedexnê, Baleçnê û Zarûnê yên li navbera Licê û Hazro girtin û xwestin êrîşî Şehîdgeha Sîsê bikin. Agahiyên li vê qadê wê piştre bên ragihandin.
12’ê Cotmehê artêşa şerê taybet a AKP’ê li navçeya Kop a Mûşê dest bi operasyonê kirin, ev bi berfirehî didome. Operasyon li sêgoşeya Gimgim, Kop û Xinûsê xwe li bejahiyê fireh dike. Di navbera hêzên operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek demkurt çêbû û di vê pevçûnê de hevalê me Çekdar şehîd ket. Di vê pevçûnê de windahiyên leşkeran nehate zelalkirin.
Her wiha ev operasyon ji îro pêv çiyayê Xamilpêtê, gundên Kolîbaba, Kaniya Mûara, Zozanê Çilçilê, Kaniyê, Tûngar, Gundê Gûryan û Tarî jî girt nav xwe.
Her wiha di van operasyonan de hevalekî me yê 2 meh berê tevlî refên me bibû bi birîndarî hatibû dîlgirtin, ev gerîlayê me ji aliyê leşkeran ve hatiye qetilkirin. Wê detay piştre bên ragihandin.
16’ê Cotmehê artêşa şerê taybet a AKP’ê rêya Dola Xarçik a girêdayî Dêrsimê girtiye. Her wiha balafirên şer herêmên Dola Xarçik û Roj Dere bomberdûman kirin. Agahiyên bi detay wê piştre bên ragihandin.
Agahiyên sicîla hevalê me yê gihiştiye şehadetê
Nasnav: Çekdar Îdîr
Nav-Paşnav: Serkan Sonmez
Cihê jidayikbûnê: Qers
Navê Dayik-Bav: Sûzan – Bekîr
Dîrok û Cihê Şehadetê: 12’ê Cotmehê 2015 / Mûş.”