HPG’ê êrîşa li dijî lûleya petrolê girt ser xwe

HPG’ê êrîşa li dijî lûleya petrolê girt ser xwe

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku çalakiya li dijî lûleya petrolê ya di navbera Hezex û Midyayê de ji aliyê gerîlayên wan ve pêk hatine û diyar kir ku di pevçûna li Şemizînanê de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 17'ê Hezîranê de di saet 04.30'an de di navbera navçeyên Hezex û Midyadê de li dijî lûleyên xeta boriyan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê di 18'ê Hezîranê de di saet 09.30'an de ji aliyê artêşa dagirker a tirk opersayona hatiye lidarxistin di heman rojê de paş de vekişiyaye.”

LI ŞEMIZÎNANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand; “Di 19'ê Hezîranê de di saet 17.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li nêzî fermandariya Alayê di navbera gerîlayên em û leşkerên artêşa dagirker a tirk pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di 18'ê Hezîranê de li navçeya Gogsiya Erziromê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk operasyonek hatiye lidarxistin û operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn vedanê û keşfê berdewam dike.

LI DIJÎ HERÊMÊN GERÎLAYAN BOMBEBARAN

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin, “Di 19'ê Hezîranê de di navbera saet 19.00-23.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Şeladiza Duhokê li dij^ıherêmên Çemço, Saca û Gundê Kunişka yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”

Di 19'ê Hezîranê de di saet 18.00-18.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Şelaziya Duhokê li dijî herêma Hefttebeq a bi ser Garê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye her weha şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”