HPG’ê çalakiya li Erxenî girt ser milên xwe

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da xuyakirin ku çalakiya 26’ê Kanûnê ya li hember avahiya Qeymeqamtiya Erxenî hêzên gerîla li dar xistine.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da xuyakirin ku çalakiya 26’ê Kanûnê ya li hember avahiya Qeymeqamtiya Erxenî hêzên gerîla li dar xistine.

Di daxuyaniyê de têkîldarî tevgera hewayî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî agahî hatin dayîn.

AVAHIYA QEYMEQAMTIYA ERXENÎ HAT HEDEFGIRTIN

Di daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê de têkîldarî çalakiya 26’ê Kanûnê ya li hember avahiya Qeymeqamtiya Erxenî ev agahî hatin dayin:

“26’ê Kanûnê saet 17.30’an yekîneyek gerîlayên me li dijî polîsên ewlehiya avahiya Qeymeqamtiyê ya li navenda navçeya Erxeniyê ya Amedê pêktanîn, çalakî li dar xistin. Di çalakiya li dijî kuleyeke ku tê de 4 polîs hebûn de polîsek hat kuştin, 2 polîs jî bi giranî birîndar bûn. Piştî çalakiyê 2 rojan li Taxa Saray a Erxeniyê qedexeya kolanan hat îlankirin.”

LI ÇEWLIKÊ KONTROLA RÊ

HPG’ê da xuyakirin ku 27’ê Kanûnê saet 18.00-19.00’an li bejahiya gundê Qiledar ê li navbera Amed û Çewlikê, hêzên gerîla rê xistine bin kontrola xwe û nasname kontrol kirine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di vê çalakiyê de wesayîtek TIR a girêdayî şîrketeke taybet a bi AKP’ê re lihevkirine hat şewitandin û hêzên gerîla heta danê sibehê kontrola rê domandine.

LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ ÊRÎŞ PÊK HATIN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê der heqê bomberdûman û tevgera hewayî yên li herêmên gerîla jî ev agahî parve kir:

“27’ê Kanûnê saet 19.00-21.00’an qereqola Bîlîcan a li xeta sînorê herêma Zapê; herêmên derdora xwe da ber çekên giran.

27-28’ê Kanûnê saet 18.00-02.00’an li ser herêma Metîna, saet 22.00-03.00’an li ser herêma Zapê, 28’ê Kanûnê saet 02.00-04.30’an li ser herêma Garê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha 27’ê Kanûnê saet 17.30-21.00’an li ser herêma Metîna, 28’ê Kanûnê saet 01.00-02.00’an li ser herêma Zapê, heman rojê saet 02.00-04.30’an li ser herêma Garê tevgera balafirên şer çêbû.”