HPG’ê çalakiya li dijî lûleya petrolê girt ser xwe

HPG’ê çalakiya li dijî lûleya petrolê girt ser xwe

HPG’ê çalakiya sabûtajê ya ku şevê din li dijî lûleya xeta petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalikê di navbera navçeya Midyad û Hezexê de pêk hat girt ser xwe.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyê de got; “ Di 5’ê Tebaxê de di saet 22.00’an de di navbera navçeya Midyada Mêrdînê û Hezexa Şirnexê li nêzî Gundê Kertmînê li diî xeta lûleyan a Botaşê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. “