HPG’ê bîlançoya şer a sala 2015’an aşkera kir
HPG’ê bîlançoya şer a sala 2015’an aşkera kir: 1250 leşker, 132 polîs, 162 tîmên taybet, 13 leşkerên payebilind ên Tirk û 2736 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. 261 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
HPG’ê bîlançoya şer a sala 2015’an aşkera kir: 1250 leşker, 132 polîs, 162 tîmên taybet, 13 leşkerên payebilind ên Tirk û 2736 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. 261 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a sala 2015’an aşkera kir. HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji aliyê Rêber Apo di 21’ê Adara 2013’an de ji bo demokratîkkirina Tirkiye, çareseriya pirsgirêka Kurd û destpêkirina pêvajoyek aştîxwaz li Rojhilata Navîn a bi perspektîfa Neteweya Demokratîk ve deklarasyonek hatibû weşandin. Ji bo pêşketina vê pêvajoya demokratîk a xwedî girîngiyek dîrokî, Tevgera me ya Azadiyê bi kedek mezin hewl da berpirsiyariyê xwe bi cih bîne, Hikûmeta AKP’ê jî wek çawa ti gavên cîdî navêt, her wiha li şûna esasên destûrên bingehîn amade bike, bi qanûna Ewlehiya Hundirîn ve ket nav amadekariya şerekî berfireh. Bi van amadekariyên şer ve heta Hezîrana 2015’an tenê li xeta sînorên 263 caran êrîşên bi topan pêk aniye, ji bo destpêkirina şer tehrîk pêş xistiye. 11’ê Nîsanê li navçeya Giyadîn a Agirî û 30’ê Hezîranê li qada Oremar a Colemêrgê bi êrîşên hewayî ve agirbesa ku Tevgera me di bin şert û mercên zor de domandiye, hikûmeta TC bi awayekî fîîlî xera kiriye, tevî vê jî Tevgera me agirbesta yekalî domandiye. Piştî 24-25’ê Tirmehê bi êrîşên hewayî yên herî berfireh ên salên dawî ve pêvajoya îmhaya topyekun xist meriyetê, Tevgera me jî têkoşîna şerê berxwedana berfireh despê kiriye.”
GERÎLA LI KURDISTANÊ FAŞÎZMA AKP’Ê FELÇ KIRIYE
HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk di serî Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî tevahî qadên ku hêzên gerîla lê ne bi teknolojiya şer a herî pêşketî ve êrîş kiriye, wiha domand: “Bi bomberdûmanên hewayî yên dijwar ve bi armanca îmhayê lez dan operasyonên bejahî jî. Li dijî vê konsepta şer a topyekun hêzên me yên gerîla jî bi çalakiyên bersivdayinê ve bûn bersiv, berxwedan pêl bi pêl pêş xist, faşîzma Erdogan û AKP’ê li Kurdistanê felç kirin û li Kurdistanê têk birin.
Artêşa TC ya ku di operasyonên li dijî qadên di bin kontrola hêzên me yên gerîla de derbeyên mezin xwar û negihişt armanca xwe, hewl da encam û bîlançoyên şer ên li Oremar, Geliyê Doskî û Elkê veşêre. Di vê pêvajoya şerê berfireh de li dijî hakîmiyeta qadê ya hêzên me bi taktîk û pêngavên serketî yên gerîla bidestxistin ve, hêzên artêşa dagirker ti pêşketin bidest nexist û nikaribû bikeve qadên gerîla, neçar man paş de vekişin. Artêşa TC ya ku tevahî êrîşên wan ên li ser esasê teknolojiya pêşketî bê encam ma, ji bilî li ceta Çarçela-Oremarê ketina yek du girê ji rêzê pê ve ti encam bidest nexist, di vê operasyona navendî de artêşa TC negihişt armancên xwe û têk çû.”
EM KETINE MERHELEYEK GIRÎNG
HPG’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji serê sala 2015’an ve tecrîda girankirî û pêkanînên êşkenceyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xistiye meriyetê. HPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got:
“Erdogan û hikûmeta AKP’ê ya ku bi êrîşên 24’ê Tirmehê yên li dijî hêzên gerîlayên me destpêkir ve konsepta wan a şer deşîfre bû, îradeya demokratîk a gelan tine hesibandiye, di siyaseta înkar û îmhayê de konseptek nû destpê kiriye. Hem tinekirina gerîla hem jî bidawîkirina bingeha siyaseta demokratîk hesibandiye. Tevgera me ya Azadiyê li dijî van planên dagirker, siyaseta qirêj û durû tedbîr pêş xistiye, bi îlanên xwerêveberiyê ve îradeya azad a gelê Kurdistanê gîhandiye statu û nûnertiyekê. Li ser vî esasî berxwedanên xweparastinê yên ciwanên Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan belav bûye. Ev pir aşkera ye ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li çiya, deşt û bajaran îro li dijî mêtingeriya Tirk bi berxwedanek dîrokî ve ketiye merheleyek girîng a têkoşîna şoreşê.”
BÎLANÇOYA ŞERÊ LI DIJÎ ARTÊŞA TIRK
HPG'ê encamên şerê li hemberî artêşa Tirk ê di sala 2015'an de qewimî, aşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, encama vî şerî bi vî rengî ye:
Êrîş û tevgera leşkerî ya artêşa TC;
Operasyonên bejahî: 321
Bomberdûmana bi balafirên şer: 362
Êrîşên bi helîkopterên Kobra: 103
Bomberdûmana bi hawan, obus, tank û topan: 1514
Tacîza bi balafirên şer: 455
Tevgera balafirên kefşê: 1082
Li dijî êrîş û operasyonan, çalakiyên hêzên me yên gerîlayên HPG-YJA Starê;
Çalakî: 757
Çalakiyên encamên xwe nehatiye diyarkirin: 110
Çalakiyên kontrola rê û kontrola giştî: 135
Şerê ji ber operasyonên bejahî qewimîn: 75
Encamên şer û çalakiyên hêzên me yên gerîla;
Leşkerên hatin kuştin: 1250
Polîsên hatin kuştin: 132
Tîmên Taybet ên hatin kuştin: 162
Payebilindên hatin kuştin (Serheng): 13
Leşkerên birîndar: 398
Polîsên birîndar: 86
Tîmên taybet ên birîndar: 60
Maşînên zirxî yên hatin rûxandin û şewitandin: 132
Helîkopterên Kobra yên hatin xistin: 3
Balafirên keşfê yên biçûk ên hatin xistin: 3
Di encama şer, çalakî û êrîşên hewayî de;
Gerîlayên me yên şehîd ketin: 220
BÎLANÇOYA BERXWEDANA LI DIJÎ DAIŞ'Ê
HPG'ê da xuyakirin, ku qadeke din a girîng a têkoşînê ya sala 2015'an, Şengal û Başûrê Kurdistanê bû, ku li van herêman li dijî hovîtiya DAIŞ'ê şer hat meşandin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Êrîşên hovane yên li dijî Şengalê, ku 3'ê Tebaxa 2014'an de destpê kirin û di encamê de zêdeyî 3 hezar mirovên me hatin qetilkirin, zêdeyî 15 hezar dîl hatin girtin û 460 hezar mirov neçar man koç bikin, bi fedekariya serketî, berxwedana xurt û rêxistinbûyî ya HPG'ê re di 13'ê Mijdara 2015'an de hat şikandin û dawî li van êrîşan hat anîn. Piştî ku Şengal bi pêngavên Hol û Kolik ên 13'ê Mijdarê re hat azadkirin, bawerî û dilosziya bi gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û dilsoziya bi sekna fedaî ya di berxwedanê de zêde bû. Di heman demê de nîşanî hemû derdorên dijmin daye, ku herêm xwedî artêşeke aktîf, rêxistinbûyî û gelekî xurt a gel e."
HPG'ê ragihand, ku di sala 2015'an de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî bajarê Kerkûkê û derdora bajarokê Mexmûr di asteke girîng de hatine pûçkirin. HPG'ê destnîşan kir, ku hêzên gerîla car carna bi operasyonên hevpar ên bi beşdariya komên berxwedêr ên li herêmê û yekîneyên pêşmergeyan re, derbên giran li çeteyan xistine û got, "Di encama çalakiyan de, derdora Kerkûkê, navçeya Daqûq û gelek gund û gundik hatin azadkirin. Hesabên çeteyên DAIŞ'ê yên qetlîamker, bi berxwedaneke mezin re hatine pûçkirin."
Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya têkoşîn û berxwedana salekî ya li hemberî DAIŞ'ê bi vî rengî ye:
Çeteyên di berxwedana Şengal û Kerkûkê de hatin kuştin: 2736
Çeteyên birîndar: 804
Maşînên DAIŞ'ê yên hatin rûxandin: 147
Çekên ferî û giran ên hatin desteserkirin: 492 çek û gelek alavên leşkerî
Di vê têkoşîna bi heybet a ji bo azadkirina Şengalê de 41 hevalên me şehîd ketin."
Di dawiya daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Ji bo em vê têkoşînê bi ser bixînin, soz didin gelê xwe û hevrêyên xwe yên hêja yên di xeta fedayî ya Apoyî de li ber xwe dan û gihîştin şehadetê, ku em ê azadiyê bigihînin serketinê. Em ê her tim bi bîranîna şehîdên xwe re dilsoz bin."