Di encama pevçûna şevê din li Bûlzûpinara ku 20 kîlometre ji navenda Bedlîsê dûr e, qewimî de 5 cerdevan birîndar bûn, yek jê jin 3 mamoste û çawişeke pispor ji aliyê gerîlayan ve hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di encama pevçûna şevê din demjimêr di 21.00 de li Bedlîsê qewimî de ji cerdevanên birîndar bûn 1 jê bi giranî, 2 cerdevan rakirin nexweşxaneyê. Gerîlayan bi ser çeperên cerdevanan ên li nêzî qereqola Karincayê ya ku 23 km ji navenda Bedlîsê dûr bûn de girtin.
Hat ragihandin ku di serdegirtinê de kerdevanên bi navê Seyfettîn Guler, Kemal û Cemal Aksû birîndar bûn. Hat zanîn ku cerdevan tên dermankirin û rewşa sercerdevan Seyfettîn Guler di metirsiyê de ye.
Piştî pevçûn bi dawî bû gerîlayan rê kontrol kirin û gerîlayan otobusek biçûk li ser rêya Amed û Bedlîsê rawestandin û nasname kontrol kirin. Piştî kontrolê, gerîlayan 1 jê jin sê mamoste û çawişek pispor girtin binçavan.
Piştî bûyerê, îro serê sibê ji Sêrtê gelek leşker û gelek tîmên taybet jî ji Bedlîsê bi helîkopteran veguhestin cihê bûyerê. Hat zanîn ku li herêmê operasyoneke berfireh hatiye desptêkirin.