Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, di 22’ê Pûşperê de di şerekî navbera gêrîlayên me û leşkerên Tirk li nêzî gundê Şirîş yê Qilabana Şirnexê rêhevalek me jiyana xwe ji dest daye.
HPG’ê ragihand ku, di 22'ê Pûşperê de di demjimêr 22.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî gundê Şirîşê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagiker ya tirk ku derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevalekê me yê bi nasnavê Egîd Zîlan, Abdullah Vûral yê li navçeya Pirsusa Rihayê ji dayîk bûyî gihîştiye şahadetê. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.