Çalakiyên Tevgera Şoreşgerî ya gerîlayên HGP’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê berdewam dike. HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîlayan de gelek leşker hatine kuştin û kontrola herêmê di destê gerîlayan de ye. HPG’ê aşkere kir ku di pevçûnan de 14gerîlayan jiyana ji xwe ji dest dane.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan ên bi navê “Tevgera Şoreşgerî” de agahiyên berfireh da.
KONTROLA GERÎLAYAN BERDEWAM DIKE
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 4’ê Tebaxê de di li navçeya Çelê ya Colemergê di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lidarxistin kontrola gerîlayên me hîn jî berdewam dike. Ji bilî hatina bi dehan ambûlansan û êrîşên hewayî tu tevgera dijmin li vê herêmê nebûye. Li derveyî 20 çekên gerîlayên me li Qereqola Rindikê de desteser kiriye, bi dehan çekên nîv otomatîk ên A4, Çeka tam otomatîk a MG3, Çekên Hewanan, Çekên BKC’yan û çekên ferdî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.”
JI GERÎLAYA JIN ÇALAKIYA FEDAYÎ
Navenda Ragihandin-Çapemeniya HPG’ê got;”Rêhevala me ya bi navê Jîn di êrîşan de giran birîndar bibû sekneke fedaiyane nîşandaye, di encama çalakiya fedaiyane ya lidarxistî de gelek leşkerên dijmin hatiye kuştin û birîndar bûye. Li ser agahiyên me doh di derbarê wesayitên dijmin de dabû, panzereke din li ser girê qereqola Rindikê li gel 8 leşkerên di hundirê wê de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye îmha kirin.”
14 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di berdewama daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn; “Di daxuyaniya me ya doh de di çarçoveya operasyona me ya şoreşgerî de şahadeta 7 rêhevalên me hatibû eşkerekirin. Him şahadeta hin hevalên me yê birîndar, him jî di encama pevçûnên pişt re berdewam kirin de 7 rêhevalên me yê din gihîştiye şahadetê. Di encama hemû operasyonê de bi giştî 14 gerîlayên me gihîştiye şahadetê. Wê nasnameya van rêhevalên me dema hate zelalkirin ji raya giştî re were parvekirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’êragihand; “Di 5’ê Tebaxê de di navbera saet 17.00-21.00’an de Tûgaya Çelê, Tabûra Êrîşê û Alaya Bîlîcanê ji aliyê gerîlayên me ve bi awayeke bandar hatiye lêdan Di encama lêdanan de gelek avahî û çeperên dijmin derbe xwariye. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ên di vê çalakiyê de ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di 6’ê Tebaxê de danê beyanî li Baregeha Leşkerî ya Girê û Alaya Bîlîcana bi ser Çelê ve ji aliyê gerîlayên me ve bi awayeke bandar hatiye lêdan. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve herêm bê ser û ber bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Kontrola herêmê hîn jî di destê gerîlayên me de ne. “