HPG: 8 leşker, 5 kontra hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 8 leşker û 5 kontra hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û şer daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

COLEMÊRG

"Roja 9'ê Mijdarê saet di 15:45'an de, hêzên bi hawanan li leşkerên li ser girê Elîşêr ê li herêma Oremarê ya li navçeya Geverê dan. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, zelal nebû.

9'ê Mijdarê saet di 14:00 de, hêzên me li dijî yekîneyeke leşkerî ya artêşa TC a li dora girê Şehîd Zekî yê navçeya Çelê ya Colemêrgê digeriya, çalakiyek pêk anîn. Bi çekên giran û ferdî derb li leşkeran hat xistin û 7 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

9'ê Mijdarê saet di navbera 17:00-20:00 de balafirên şer bombe li qadên Şukê û Mervanis ên li herêma Oremarê ya navçeya Gever a Şemzînanê barandin. Saet di 18:00 de jî bombe li qada Ertûşê ya navçeya Çelê barandin.

WAN

Ev demeke, li gundê Kanîspiyê yê navçeya Elbak a Wanê, yekîneyên kontra zextê li gundiyan dikin ku li dijî gerîla rahêjin çekê. Li dijî van kontrayên ku zextên xwe zêde kirin û destê wan di şehadeta hevalê me Şiyar Rojhilat de hebû, hêzên me roja 9'ê Mijdarê saet di 15:30 de çalakiyek pêk anîn. Di encamê de 4 kontra hatin kuştin, 1 jî birîndar bû. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalê me Şiyar hatiye lidarxistin.

ÇEWLIK

Komek ji kontrayan, roja 8'ê Mijdarê saet di 09:00 de êrîşî gundiyên Mistan ê ser bi navçeya Dara Hênê ya Çewlikê kir. Hêzên me li dijî van kontrayên êrîşî gel kirin, çalakiyek pêk anîn û kontrayê bi navê Mehmet di vê çalakiyê de hat kuştin. Piştî vê çalakiyê kontrayan zext û îşkence li gundiyên li derdorê kirin.

Hêzên me roja 8'ê Mijdarê, şexsekî bin avê Bîtlîslî Salîh Guven ku karê sîxurî û fûhûşê dikir, ceza kirin.

ŞIRNEX

Artêşa TC a li qada Besta ya Şirnexê derket operasyonê, beşek ji hêzên xwe yên artêşê vekişand. Operasyon niha li qadên Akirî, Zorava, Besta Biluzer û Besta Hincê dewam dike.

10'ê Mijdarê (îro) saet di 09:00 de, hêzên me li qada Besta Hincê li komek ji van leşkeran dan û di encamê de leşkerek hat kuştin."