HPG: 40 leşker hatin kuştin, 2 tank hatin rûxandin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Qilabanê li hemberî yekîneyên artêşa Tirk çalakiyek lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 tank û 3 kepçe hatin rûxandin, zêdeyî 40 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Qilabanê li hemberî yekîneyên artêşa Tirk çalakiyek lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 tank û 3 kepçe hatin rûxandin, zêdeyî 40 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û şerê qewimî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 28'ê Gulanê saet di 12:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî artêşa TC a li derdora girên Şehîdan û Omerya yên li navçeya Şirnex Qilabanê bi cih bûbûn, çalakiyeke berfireh lidar xistin. Gerîlayên me derbên giran li leşkerên li girên Şehîdan û Omerya xistin û di encamê de ji artêça TC gelek kuştî çêbûn. Her wiha 2 tank û 3 kepçe ji aliyê hêzên me ve hatin rûxandin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di van çalakiyan de zêdeyî 40 kuştiyên dijmin hene. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyê, dema zelal bû wê bi raya giştî re bên parvekirin."
GERÎLAYÊN YJA STARÊ LI AMEDÊ ÇALAKÎ LIDAR XISTIN
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Di 28'ê Gulanê de, gerîlayên me yên YJA Starê li hemberî Tabûra Jendermeyan a Navçeya Amed Licê hin rêzeçalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC gule li derdora xwe reşand.
28'ê Gulanê saet di 16:00 de tîmeke me ya gerîla li hemberî qereqola Şêx Cûma ya Bedlîsê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn, di encamê de leşkerek hat kuştin.
'HEWL DIDIN BÛYERA MEHMET ACÛ BIXIN STUYÊ HÊZÊN ME YÊN GERÎLA'
Erdogan û AKP, ku plansaz û rêveberên şerê kirêt ê li Kurdistanê ne, hewl didin bûyera kuştina keyayekî navçeya Mêrdîn Rişmilê Mehmet Acû yê li ser rêya Stewrê roja 27'ê Gulanê hat qetilkirin, bixin stuyê hêzên me yên gerîla. Ev bûyera ku ji aliyê medya şerê taybet ve gelekî tê bikaranîn, lîstikeke erzan e. Weke ku ji nivîsa 'PKK/YPG' ya li cihê bûyerê hatiye nivîsandin tê fêmkirin, ev dezgeheke erzan e.
Bi vê provokasyonê re, berxwedana mezin a li Bakurê Kurdistanê hedef tê girtin. Artêşa TC a li Mêrdînê li pêşberî şerê berxwedana mezin a gerîlayên me derbên giran dixwe û her têk diçe, li pêşberî sekna serketî ya gelê me ya di berxwedana xweparastinê de, planên zexel û kirêt xistiye dewrê. Bi rêya provokasyonan hewl dide têkçûna xwe binixumîne û rewşê bi kêrî xwe bîne. Ev bûyera ji aliyê dewletê ve hatiye plankirin û pêkanîn.
CERDEVAN HAT HIŞYARKIRIN
Cerdevanên li navçeya Wan Ebexê, tevî artêşa TC tevdigerin û hewl didin herêmên hêzên me yên gerîla lê ne tespît bikin. Divê cerdevanên li vê herêmê derhal dest ji van hewldanên xwe berdin.
BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI HERÊMA METÎNA BARANDIN
29'ê Gulanê (îro) saet di navbera 08:30-08:40 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li herêma Girê Ortê yê Metîna barandin."