Hovîtiya li ser cenazeyan kirine careke din li ber çavan e
Ji 61 cenazeyên li Cizîrê di jêrzemînên hovîtiyê de hatin qetilkirin û bi rojan e li Xabûrê tên rawestandin, 7 cenazeyên din ji aliyê malbatan hatin girtin.
Ji 61 cenazeyên li Cizîrê di jêrzemînên hovîtiyê de hatin qetilkirin û bi rojan e li Xabûrê tên rawestandin, 7 cenazeyên din ji aliyê malbatan hatin girtin.
Ji 61 cenazeyên ku li navçeya Cizîr a Şirnexê di jêrzemînên wehşetê de hatin qetilkirin û li Deriyê Sînor ê Xabûrê dihatin rawestandin, di encama lihevkirina DNA’yê de cenazeyên Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş, Adîl Kuçuk, Mahmût Dûymak, Selîm Tûray, Metîn Karane, Mahsûn Erdogan û Ramazan Îşçî ji aliyê malbatan hatin girtin. Cenazeyên ji aliyê malbatan hatin wergirtin desptpêkê bi wesayîtên cenazeyan anîn Silopiyayê. Malbat ji bo cenaze ji Silopiyayê bên derxistin hin xebatên fermî meşandin piştre ji bo wecîbeyên olî birin Mizgefta Şehîdgehê ya Taxa Yenîşehîrê.
Cenazeyên ji bo şuştinê ji torbeyên cenazeyan hatin derxistin jî hovîtiya dewletê dîsa raxistin ber çavan. Hat dîtin ku cenaze bi temamî hatin şewitandin, hin parçeyên cenazeyan hatine jêkirin, hin cenaze jî tenê wek xelî teslîmî malbatan hatin kirin. Cenazeyên karên olî bicih hatin, ji bo defnkirinê ber bi bajaran derketin rê.
Cenazeyê Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş ji Silopiyayê bi karwanekî dirêj ê wesayîtan hat derxistin, ber bi navçeya Pirsûs a Rihayê ve ket rê. Cenazeyê Adîl Kuçuk ber bi navenda Şirnexê, cenazeyên Metîn Karane, Mahmût Dûymak, Ramazan Îşçî û Selîm Tûray jî şandin navçeya Cizîrê ya Şirnexê.
Her wiha cenazeyê tê gotin ê Ûmût Urek e jî ji ber li Deriyê Sînor ê Xabûrê xebatkarên Tiba Edlî hejmara cenazeyan tevlîhev kirine, radestî malbatan nehat kirin.