BI DÎMEN

Hollandayê xwe li protestokirina Davûtoglû ranegirt

Serokwezîrê Tirk Ahmed Davûtoglû ê ku îro hat Hollandayê rastî protestoyan hat.

Serokwezîrê Tirk Ahmed Davûtoglû ê ku îro hat Hollandayê rastî protestoyan hat.

Girseya ku saetên sibehê li pêşiya avahiya parlamentoya bajarê Den Haak ê Hollanda yê kom bûn, rastî êrîşa polîsan hatin. Girseyê bi lêxistina tepsî û beroşan êrîşa polîsan protesto kirin. Girseyê protestoyên xwe yên li pêşiya avahiyê jî hê didomîne.

Ciwanên ku li pêşiya avahiya Casthûr a ku Serokwezîrê Tirk Ahmed Davûtoglû û Serokwezîrê Hollanda Mark Rûtte ên wê saet 14:00’an hevdîtin pêk banîbana, protesto kirin, hatin binçavkirin.