Hiso: Em ê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk bixebitin

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso axaftina vekirinê ya Kongreya Sûriyeya Demokratîk kir û got, "Em ê ji bo parastina mafên civakî yên xwezayî yên hemû gelên Sûriyeyê û avakirian Sûriyeke demokratîk bixebitin."

Kongreya Sûriyeya Demokratîk bi dirûşma "Ber bi avakirina Sûriyeya azad û demokratîk ve" li bajarê Dêrikê destpê kir. Kongre bi beşdariya 103 delegeyên ji rêxistinên mûxalefeta civakî, leşkerî û siyasî ya Sûriyeyê li Salona Ciwanan a Azar pêk tê. Li ser navê Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso axaftina vekirinê ya kongreyê kir.

Hiso destpêkê bixêrhatina mêvan û delegeyan, hêzên siyasî, endamên kongre û komîteya amadekar kir.

Ekrem Hiso anî ziman ku li ser bingeha karê hevbeş ji bo avakirina Sûriyeke hevgirtî, nûjen û federal wê kongreyê bi rê ve bibin.

Hiso got: "Gelê Rojhilata Navîn doza mafê xwe dike. Di şoreşa Rojava de gel doza mafê xwe kiriye. Di 21'ê Çileya 2014'an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat ragihandin. Ev yek ji berhemên vê şoreşa pîroz e. Gelê Rojava dikare pêşengtiyê ji şoreşa aştiyane ya Sûriyeyê re bike. Îro li ser xaka Sûriyeyê şerê sêyemîn ê cîhanê tê meşandin. Serketin, bi saya pakrewanan, lehengên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê, hêzên Asayîşê, şervanên Erka Xweparastinê pêk hatine. Rojava beşeke Sûriyeya hevgirtî ye. Pêwîst bû ku hêzeke ku nûnertiya hemû hêzên Sûriyeyê bike were avakirin. Ev yek jî bi rizgarkirina Holê û herêmên başûrê bajarê Hesekê diyar kir ku ev hêzeke Sûrî û welatparêz e. Bêguman ev serketin li ser bingeha Rojava destpê kir. Li ser vê bingehê em hêvîdar in ku sîwaneyeke siyasî ya ji bo tevahiya Sûriyeyê were avakirin ku karibe nûnertiya mafên gelê Sûriyeyê di qadên navneteweyî de bike û ev sîwane dûrî bandora hêzên herêmî be."

Hiso bibîr xist ku aloziya Sûriyeyê derbasî sala 5'an dibe û got: "Bi dirûşmeya hilweşandina rejîma dîktator, li ser bingeha çareserkirina doza gelê kurd, li gorî taybetmendiyên erdnîgarî û parastina mafê rewa yê tevahiya gelê Sûriyeyê, li ser bingehê azadiya jinê ku misogeriya azadiya civakê ye û ciwan jî enerjiya avakirina welatekî nûjen in em ê kar bikin."

Hiso şervanên Hêzên Sûriyeya Demokraîtk, YPG, YPJ, Asayîş, Notoroh, El-Senadîd, Sotoru silav kir, şehîdên şoreşê bibîr anî, ji bo malbatên wan sersaxî xwest û soza şopandina rêya wan da.