Hico: Tirkiye DAIŞ’ê perwerde dike, çekan didê

Nûnerê Bajarê Cerablûs Elî Hekît Hico got Tirkiye DAIŞ’ê perwerde dike û çekan didê.

Nûnerê Bajarê Cerablûsê Elî Hekît Hico wiha got: “Yê Sûriyeyê ji hundir tevlîhev dike û piştgiriya DAIŞ’ê dike Tirkiye ye. Em baş dizanin ku leşkerên wê yên birutbe jî di nav de ne. Yê DAIŞ’ê perwerde dike, çekan didê Tirkiye bi xwe ye. Her wiha herî girîng jî piştgiriya leşkerî didê.”

Hico yê diyar kir ku divê Cerablûs ji DAIŞ’ê bê paqijkirin, pirsên me bersivand.

Kî li Cerablûsê dijîn û rêxistinên çekdar ên li wê herêmê kî ne?

Li Cerablûsê ji dîrokê ve her etnîsîte û ol dijî. Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Asurî û Tirkmen dijîn, lê niha li wir di bin zilma DAIŞ’ê de dijîn. Her wiha em texmîn dikin ku niha pêdiviya wan bi hêzên wek HSD’ê heye. Pêwîst e Cerablûs ji DAIŞ’ê bê paqijkirin, ji bo xwişktî û biratiya gelan. Êdî divê em ji vê zilmê rizgar bibin.

Kîjan hêz li Cerablûsê alîkariya DAIŞ’ê dike?

Li Cerablûsê ji derveyî DAIŞ’ê ti hêzên din tinene, bi axaftinek vekirî yê Sûriye ji hundir de tevlîhev dike û alîkariya DAIŞ’ê dike Tirkiye ye. Em baş dizanin ku leşkerên wan ên birutbe jî di nav de ne. Her wiha hê girîngtir jî piştgiriya leşkerî didê. Sedema herî mezin a xistina balafiran Rûsan ew e ku Tirkiye naxwaze DAIŞ ji Cerablûsê bê derxistin.

Têkîldarî Kongreyê nêrînên we çi ne?

Bi rastî jî di vê Kongreyê de tiştê herî li ber çav ev e ku ji her nîjadî, her olî mirov ji bo Sûriyeya demokratîk li vir in. Heta niha ti tiştekî neyênî derneket, ez bawer dikim ku yên li derveyî me mane jî wê bikevin ferqa wateya vê Kongreyê û wê li cem me, gelê xwe cih bigirin.