Hezexiyan Rojavayê Kurdistanê silav kir

Hezexiyan Rojavayê Kurdistanê silav kir

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, di pêşengiya Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê de ji bo piştgiriyê bidin kurdên Rojava yên Sûriyeyê meşek girseyî hate lidarxistin.

Piştgiriya ji bo îlankirina xweseriya demokratîk ya kurdên Rojava her ku diçe zêde dibe. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî di pêşengiya Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê de meşek girseyî hete lidarxistin. Girseya piştî terawîhan li Parka Aşiti kom bûn û meş pêk anîn. Di meşê de rêveberên BDP'ê Wekîlê Şaredarê Hezexê Selahattin Acar û endamên meclîsa şaredariyê jî amade bûn.

Girseya ku heta Kolana Adile Naşit meşiyan pankarta "Em berxwedana bi rûmet a Kurdên Sûriyeyê silav dikin" vekirin û bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vire" û "Şehîd namirin" berz kirin. Girseya ku heta kolana Adile Naşit meşiyan, pişt re disa heta Parka Aştiyê meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê.

Li ser navê komê endama Dayîkên Aştiyê Nebiha Akay, daxuyanî da û piştgiriya xwe ya kurdên Sûrî anî ziman. Akay bang li hemû kurdan kir û xwest yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin û li aştiyê xwedî derkevin.

Jin piştî daxuyaniyê bi dirûşme û çepikan belav bûn.