Hêzên HSD'ê li rojavayê Firatê bi pêş de diçin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku duh Bendava Teşrînê ya stratejîk ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin, operasyonên xwe li rojavayê Firatê didomînin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku duh Bendava Teşrînê ya stratejîk ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin, operasyonên xwe li rojavayê Firatê didomînin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên li başûrê Kobanê dest bi operasyona paqijkirinê kirin, duh danê êvarê Bendava Teşrînê derbas kirin û çûn rojavayê Firatê. Şervanên HSD'ê yên li herêmê xebatên lêgerîn û operasyonê didomînin, her bi pêş de diçin.

Di operasyona ku balafirên koalîsyonê jî bi qismî alîkariyê didin de, gelek çeperên DAIŞ'ê hatin rakirin.

Pêngava HSD'ê ya ji bo azadkirina gundên li derdora bendava Teşrînê dewam dike.