Hêzên HSD'ê: Heta Sûriye ji DAIŞ'ê bê paqijkirin wê têkoşîna me bidome
Pêngava azadirina Teşrînê ya ku HSD'ê di 23'ê Kanûnê de da destpêkirin, dewam dike. Berdevkê HSD'ê Talal Silo destnîşan kir, ku bi derbasbûna rojavayê Firatê re wan serketineke mezin bi dest xistine.
MAHÎR YILMAZKAYA
TEŞRÎN / ANF
sêşem, 29 berfanbarê 2015, 09:10
Pêngava azadirina Teşrînê ya ku HSD'ê di 23'ê Kanûnê de da destpêkirin, dewam dike. Berdevkê HSD'ê Talal Silo destnîşan kir, ku bi derbasbûna rojavayê Firatê re wan serketineke mezin bi dest xistine.
Pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a di 23'ê Kanûnê de hat destpêkirin, dewam dike. Duh berêvarê bajarokê Teşrînê hat azadkirin. Şervanan dan xuyakirin, ku armanca wan paqijkirina temamiya Sûriyeyê ji çeteyan e. Pêkhateyên HSD'ê yê tevlî pêngava azadkirina bajarokê Teşrînê bûn, ji ANF'ê re axivîn.
Ji Fermandarên Ceys El Siwar Ebû Hecî diyar kir, ku bi pêngava azadkirina Teşrînê re ew dixwazin temamiya Sûriyeyê azad bikin. Ebû Hecî destnîşan kir, ku şervanên Suryanî, Kurd, Ereb û Tirkmen bi coş û moraleke mezin tevlî pêngavê bûne.
ZEKO: EM Ê TEMAMIYA SÛRIYEYÊ JI ÇETEYAN PAQIJ BIKIN
Ji şervanên HSD'ê Ehmed Zeko jî da zanîn ku bi pêngava li başûrê Kobanê hatiye destpêkirin re ew ê li her cihî li çeteyan bidin. Zeko got, "Em ê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin."
Ji pêkhateyên HSD'ê Berpirsyarê Leşkerî yê Ceys El Siwar Botan Tirkmenî jî got, "Ji destpêka pêngavê ve em ji sedî sed bi moral in. Me Bendava Teşrînê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Bi rizgarkirina Bendavê re me careke din hêza xwe li pêşberî tevahiya cîhanê îspat kir. Pêngav dewam dike, armanca me paqijkirina Reqqa, Cerablûs, Idlîp, Helep û temamiya Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê ne. Armanca me azadkirina gelan e."
EL ÎSA: TÊKOŞÎNA ME YA LI HEMBERÎ DAIŞ'Ê WÊ BIDOME
Şervanê Şems El Şîmal Huseyîn El Îsa jî da xuyakirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ'ê bidomînin. El Îsa destnîşan kir ku ew ê çeteyên DAIŞ'ê ji tevahiya Sûriyeyê biqewirînin û got, "Ne tenê Hesekê û Kobanê weke HSD em ê temamiya Sûriyeyê azad bikin."
SILO: EM ZAROKÊN SÛRIYEYÊ NE, EM Ê BIRYARÊ BIDIN KU LI KU DERÊ BISEKININ
Berdevkê HSD'ê Talal Silo jî destnîşan kir, ku bi derbasbûna rojavayê Firatê re wan serketineke mezin bi dest xistine. Silo got, "Em zarokên Sûriyeyê ne. Em ê biryarê bidin ku li ku derê bisekinin. Ev biryar ne di destê hinekî din de ye. Em ê nehêlin ku hêzeke din destê xwe tevlî karên me yên navxweyî bike. Armanca me ya ji pêngavê paqijkirina Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê ye." Silo diyar kir ku armanca wan, dijminatiya bi Tirkiye yan jî welatekî din re nîne.
Berdevkê HSD'ê Talal Silo ragihand ku pêngava wan a li başûrê Kobanê li ser daxwaza gel hatiye destpêkirin û got, "Di pêngavê de Bendava Teşrînê hat azadkirin. Niha ji bo avakirina xeta xwe ya parastinê em dixebitin. Fermandariya Giştî ya HSD'ê niha kîjan biryarê bide, em ê li gorî wê yekê ji bo azadiya wê herêmê bikevin nava tevgerê."
QENDÎL: DIVÊ GELÊ ME SERHILDANÊN XWE MEZIN BIKE
Ji pêkhateyên HSD'ê şervanê YPG'ê Hevgirt Qendîl jî got, "Ez ji Başûrê Kurdistanê me. Ji bo azadkirina gelê me tevlî vê pêngavê bûm. Armanca me azadkirina başûrê Kurdistanê û azadkirina temamiya gelê me ye. Têkoşîna me ji bo ewlekirina herêmên me azadkirin e, ye. Banga min li tevahiya gelê Kurdistanê ew e ku serhildanên xwe mezintir bike. Ez berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê silav dikim. Heta ku gelê Kurd û Rêber Apo azad bibe, ew ê têkoşîna me bidome."